Kamyaran dikeve navbera Sine û Kirmanşanê û kêleka çiyayê Şahoyê. Malbata wan berê li gundê Afriyan dijîn lê belê bi destpêka şoreşa gelên Îranê re, ji ber zext û zorên rejîmê, gund hate valakirin. Mamoste Kemanger ji pênc bira û xwişkekê, zarokê çaremînê malê bû. Bi destpêka şoreşa gelên Îranê re her ku diçû zext û zordariya li ser gelê Kurd zêdetir dibû û siyaseta rejîmê bandor li herêmê dikir. Êdî pevçûna di navbera hêzên pêşmergeyên Kurd û dewletê de, bandora xwe li hemû Kurdistanê kiribû. Naskirina Kemanger a bi dinya û jiyana di zaroktiyê de bi şahidiya şer, pevçûn, dengê teqîna top û tifingan, kuştin, koçberî û penaberbûna gelê Kurd re bû.

Ferzadê 12 salî ji bo birêvebirina debara malê li aliyê xwendina xwe neçar dibe karên weke; karkerî, destfiroşî (firotina fêkî) û her karên din dike. Ferzad bi qedandina dibistana navendî pola 9 re dest bi xwendina perwerdehiya mamostetiyê dike. Piştî bi dawîkirina dewreya mamostetiyê, ji ber helwest û fikrên xwe yên cuda, bawernameya mamostetiyê nadin wî û du sal şûnde ew weke mamoste qebûl kirin.


‘Pir ji zarokan hez dikir’

Ligel mamostetiya li gundan, Ferzad di zanîngeha mamosteyan de xwendina xwe domand. Gelek ji zarokan hez dikir, bi taybet zarokên Kurd, ku ji hemû mafên jiyan, neteweyî, jiyanî û zarokatiyê bêpar mabûn. Ferzad bi qasî 4 salan li gundên Kamyaranê weke mamoste xebat meşand. Piştre di zanîngeha “Peyama nûr”’ a bajarê Sineyê de tê wergirtin û piştî qedandina xwendinê cardin weke mamoste diçe Kamyaranê û xebata xwe di warê dersbêjiyê de berdewam dike. Ferzad tevî karê mamostetiyê di nava saziyên sîvîl de jî çalak cih digre.


Serî netewand

Di Tebaxa sala 2006’an de bi Kemanger ji bo çareseriya nexweşiya birayê xwe diçe Tehranê, lê bi hinceta destçêkirî û komplogerî, bi sedema ku xwestiye teqînekê çêbike û çalakiyê pêk bîne li Tehranê tê desteserkirin.

Mamoste Ferzad 33 mehan di hûcreya yek kesî de li girtîgeh, zindan û îşkencexaneyên Sine, Êvîn û Recayişehir de, bi awayekî hovane rastî kiryarên dij mirovahî, heqaret û nexweşiyên mezin hat, da ku bi vî awayî îtirafê bi karên nekirî û tiştên nedîtî bike. Lê ti tiştê ku nîşan bide îdîayên rejîmê der heqê Ferzad de rastin, di destê wan de nebû. Ferzad ji destpêka jiyana xwe heya dawiyê li hember rejîmê xwedî helwest û biryar bû û di girtîgehê de jî ew helwesta xwe domand. Ferzad digot: “Doza me pirsgêrekeke siyasî ye, ne qanûnî ye. Ji ber ku em wek wan nafikirin û mafê xwe dixwazîn, me wek terorîst bi nav dikin.”


‘Her tim li ber xwe da’

Ferzad di girtîgehê de jî, dest ji karê xwe berneda û ji bo agahdarkirina raya giştî, ji derve û hundir ji rewşa gelê Kurd û siyaseta rejîmê bi her awayî di tevgerê de bû. Di heman demê de gelek hewldanên wî ji bo danasîna rastiya gelê Kurd bi gelên din, wek gelên; Fars, Azerî, Belûç û hwd re hebû. Wî li dijî hemû curre îşkenceyan li ber xwe da û bi ti awayî teslîmiyet qebûl nekir. 


‘Di girtîgehê de pirtûkxane ava kir’

Xebatên wî yên di girtîgehê de û di nav girtiyan de weke komkirin û damezrandina pirtûkxaneyek 2500 pirtûkî li girtîgeha Recayîşehr, ji bo sûdgirtin û agahî dayîna girtiyan, hewldana wî ji bo dûrxistin û destberdana girtiyan ji madeyên hişber, kesên ku eroyîn, tiryak û madeyên ku zerarê didin tenduristiyê û sinca civakê hebû.
 Di 9’ê Gulana 2010’an ji mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan, bi hinceta endamên rêxistinê li Girtîgeha Evîn a Tehranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin îdamkirin.


OMER ÎKE/DÎHA/AMED