Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi koordîneya bi Kongreya Star civînek li dibistana El-Sebah ya bajarê Girê Spî bi mamosteyên jin ên bajêr re li dar xist. Di civînê de Komîteyeke taybet ji bo şopandina rewşa mamosteyên herêmê, hat avakirin. Endama Kongreya Star Peyman Cûdî, Endama Rêveberiya KPC-D Emgîhan Hisên, Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê Zelîxe Ebdî û bi dehan mamosteyên jin ên herêmê, di civînê de amade bûn. Emgîhan Hisên li ser girîngiya avakirina Komîteya Şopandina rewşa mamosteyan û çareserkirina pirsgirêkên wan, axivî. Di dawiya civînê de 3 mamsote ji bo Endamtiya Komîteyê, hatin hilbijartin.
GIRÊ SPÎ