Tevgera Ziman û Perwedeyê ya Qamişlo bi boneya duyemîn salvegera a şehadeta tekoşer Viyan Amara daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan mamosteyî li dibistana Ehmed Meryûd a li taxa Xerbî ji aliyê Endama TZP’ê Raperîn Amed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de têkoşer Viyan Amara ya di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, hate bibîranîn û hate gotin, Amara da ser rêya Zîlan û Bêrîtan û soza meşa li ser heman rêyê hate dayîn. Daxuyaniyê weha dewam kir:: "Em tu carî pênûsa Viyan nadin rawestandin û em ê ji bo bipêşxistina perwerdeya Rojava bi kar bînin".
ANHA / QAMIŞLO