SZK’ê li Akademiya Viyan Amara ya Lêkolîn û Perwerdeyên Zimanê Kurdî, perwerdeyeke taybet ji bo 35 mamosteyên zimanê kurdî re dest pê kir. Ev perwerde ya sêyemîn e ku Akadîmiya Viyan Amara ji bo amadekirina kadroyên dayîna metodên zimanê kurdî li dibistanên fermî,vedike. Perwerde bi navê “Şehîd Rûken” û bi tevlîbûna  mamosteyên mezûnê asta duyemîn pêk tê. Rêveberên Perwerdeyê diyar kirin ku armanca destpêkirina perwerdeyê ew e ku kadroyên pispor ji bo dayîna metodên zimanê kurdî ji hemû astên perwerdehiyê re, amade bikin. Perwerde dê du mehan bi Semîner û waneyên zanista zimên ên wekî “Dîroka zimanê kurdî, ziman û wêjeya kurdî, wêjeyên devkî û nivîskî û waneyên bîrdozî, girîngiya perwerdeyê, dîroka Kurdistanê, dîroka jinan, rastiya rêveberiyê, parastina rewa, xweserî û neteweya demokratîk” dewam bike.

KOBANÊ