Doh saet 09.00’ê sibehê mamostayên qezaya Şarezûr, Seîdsadiq û bajarên Helebce, Silêmaniyê daketin qadan û xwepêşandanên xwe berdewam kirin. Di xwepêşandanên doh de mamostan diyar kir ku ew guh nadin biryara Rêveberiya Perwerdê ya Silêmaniyê û wê çalakiyên xwe berdewam bikin, heya encam bi dest dixin.


Çalakiyên me berdewam e

Rayedarê Rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê Dilşad Omer ragihandibû ku wan biryara wê mamosteyan di 17’ê Cotmehê vegerin ser karên xwe û dest bi dayîna waneyan bikin, dane. 

Yek ji xwepêşandêrên qezaya Şarazor, mamosta Aso Necîb ku ji bo RojNews axivî, got; “Tê gotin ku wê mamosta roja Şemiyê vegerin dibistanên xwe û dest bi dayîna waneyên xwe bikin. Belê me wek mamostayan biryar daye heya ku meaşê hemû karmendan li gel meaşê mamostayan ên mehên borî neye dayîn, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”


Em biryarê wan nas nakin

Mamosta Aso Necîb diyar kir ku ew biryara Rêveberiya Perwerdeyê ya bajarê Silêmaniyê nas nakin û wiha pê de çû: “Rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê biryar daye ku îro mamosta di xwepêşandanên xwe yên îro de dawî li çalakiyên xwe bînin, vegerin dibistanên xwe û dest bi dayîna waneyan bikin. Belê me wek mamostayan ev biryar red kir û heya xwepêşandanên me negihin encamê, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

 Di dawiyê de mamosta Aso Necîb got; “Em dizanin ji rewşa heye xwendekar zererê dibînin. Belê di şert û mercek ku dayik û bav nekarin pêdiviyên zarokên xwe yên xwendinê pêk bînin de, ti wateya dayîna waneyan jî namîne. Lê dema ku pirsgirêk hate çareserkirin, me plan daniye ku em vê dema rawestîna waneya ya derbas bûye, çareser bikin.”


ŞIRAM HEWRAMÎ/ROJNEWS/HEWLÊR