Mihemed Hilo, Rîm El-Nasir û Mihemed Hemîd ên ji pêkhateya Ereb in , tevlî xebatên ziman bûne û hemû astên fêrbûna ziman qedandine. Her sê welatiyan xebata hîn pêşdetir biriye û gihîştine asta mamostetiya zimanê Kurdî û  niha şagirtên asta yekemîn fêrî zimanê Kurdî dikin.


 'Pêwîst e em zimanên hev bizanin'

Mamoste Mihemed Hilo yê ji gundê Til Hermel da zanîn ku wî pir hez dikir ku fêrî zimanê Kurdî bibe û wiha axivî: “Tiştê hişt ku ez xwe fêrî zimanê Kurdî bikim, têkiliya me ya bi gelê Kurd re ye. Beriya şoreşê derfet nîn bûn. Niha çêbûne û min xwe fêr kir. Pêwîste em zimanên hev bizanin.ˮ

Mamoste Rîm El-Nasir a ji gundê Ereb Xan a Ebû Rasên destnîşan kir destpêkê di fêmkirina zimanê Kurdî de zehmetî dikişand, lê piştre bi alîkariya hevalên xwe yên navendê asta yekem û duyem qedandiye. Rîm El-Nasir  niha ders dide 16 xwendekarên asta seretayî. 


EYŞÊ HISO/ANHA/DIRBÊSIYÊ