Mamosteyên bi navê Ahmet Urun, Talîp Maçîn, Remzî Savaş û Tekîn Çakir ên ku rojên borî li Amedê ji aliyê HPG'iyan ve hatibûn desteserkirin îro serê sibehê hatin berdan. Mamosteyên ku hatin berdan serê sibehê hatin ÎHD'a Amedê û diyar kirin ku hatine berdan. Mamosteyên ku li ÎHD'ê bi malbatên xwe re hatin ba hev piştre bi parêzerên ÎHD'ê re çûn Dozgeriya Komarê û xwestin îfade bidin. Lê dozgeriyê mamoste sewqî Midûriyeta Polîsan a Amedê kir. Mamoste bi parêzerên xwe re çûn Midûriyeta polîsan.
Malbatên ku ji ber ku zarokên wan hatin berdan bi heyecan in xwestin li ÎHD'ê zarokên xwe bibînin. Malbatan demeke kurt zarokên xwe dîtin û piştî ku mamoste çûne Midûriyeta Polîsan li ÎHD'ê ne.

Malbatan diyar kir ku ji ber ku zarokên wan hatine berdan kêfxweş in û xwestin pevçûn û mirin bi dawî bibin. Malbatan bang li hikûmetê kirin û xwestin pirsgirêka kurd bê çareserkirin û êdî êşên din neyên jiyîn.

DÎHA/AMED