Nesrîn  Reşîk diyar kir ku, sala borî perwerdehî bi aweyek serkeftin derbas bûye û wiha peyivî: “Îsal dê nûbînên din hebin. Li Kantona Cizîrê ji asta yekemîn heya asta sêyemîn perwerde bi zimanê dayikê dihate dayîn. Lê di sala xwendinê ya 2016-2017’an de wê xwendekar heya refa 6’an bi zimanên xwe yên dayikê perwerde bibînin. Ev ji bo me pêngaveke nû û pêşketî ye. Di werza havînê de jî me amedekariya perwerdê kir.”


Li cihên rizgarkirî jî mamoste amade ne

Nesrîn Reşîk da zanîn ku wan hezar û 100 mamoste ji bo sala nû ya perwerdehiyê amede kirine û got ku, piraniya mamoste jin in. Nesrînê da xuyan ku mamoste ji bo asta seretayî dê perwerdehiya ziman bidin û wiha pê de çû: “Ji bo xwendekarên Ereb jî 400 mamoste hatine amede kirin. Li herêmên ku hatine rizgarkirin wek Şedad, Til Berak û Holê jî dê perwerde li ser bingeha bernameya mûfredata Xweseriya Demokratîk bên dayîn. Ji bo vê jî dibistan hatine amadekirin. Hin mamoste ji yê herêmê bi xwe ne hin mamoste wê ji bajarên din bên şandin.”


‘Rewşa şer xebatên perwerdehiyê asteng nekir’

Rêvebira Peymangeha Zanist û Perwerdeya Şehîd Çiya Firyal Mihemed jî li ser rewşa perwerdeyê û pirsgirêkên ku pê re rûbirû mane wiha vegot: “Di demên borî de ji ber rejîma Baas mamosteyên xwe ji dibistanan vekişandin, me jî yekser mamosteyên ku di peymangeha me de perwerde dîtin, bi şûna wan bicih kirin. Wiha jî me karî bêyî pirsgirêk perwerdeya xwendekaran bidomînin. Di dema êrîşên rejîma Baas de hinek li ser xebatên amadekariya sala nû bandor kiribe jî, me xebatê xwe neda seknandin û mamosteyên me perwerdeyên xwe dîtin. Niha jî rojên dawî yên perwerdeyê ne û ez ji wan re di sala nû ya xwendekariyê de serkeftinê dixwazim.”


LAVA SÎRAÇ / JINHA /HESEKÊ