Yekîtiya Mamostayên Iraqê, doh ji bo zextê li hikûmeta Iraqê bike, bi şîara, 'Dengê xwe bilind bikin' li dibistanên Erebî û Tirkmenî dest bi greva giştî kir. Greva mamosteyan wê du rojan dewam bike. Yekîtiya Mamostayan li Kerkûkê der barê armanca çalakiya xwe daxuyaniyek da çapememiyê. Rêveberê Şaxê Yekîtiya Mamosteyên Iraqê yê Kerkûkê, Îhsan Cibûrî daxuyanî da û got; “Weke mamoste, 2 rojan em dest bi grevê û boykota dibistanan dikin. Wê li seranserî Iraqê grev û boykot pêk were. Em daxwaz dikin ku mûçeyên Wezareta Perwerdeyê û wezaretên din weke hev lê were. Em daxwaz dikin ku mamosteyên bi peyman werin tayînkirin û ev jî rewşa jiyana mamosteyan baş bike."

 

ROJNEWS/KERKÛK