
Yekemîn konfransa mamosteyên jin ên herêma Kobanê bi beşdarbûna 200 mamosteyên zimanê kurdî û bi dehan mêvan û nunerên saziyan hat lidar xistin. Jinan bi cil û bergên kurdî yên reng rengî ku kurdîtiya wan didin nasandin konfrans xemilandibûn. Salona konferansê bi wêneyên têkoşerên jin yên ziman wek Viyan, Berfîn û Leyla Qasim xemilandibûn. Dirûşmeyên wekî "Zimanê netewekê jiyana wê ye jiyana wê jî zimanê wê ye" û "Zimanê me hebûna me ye"hatibû xemilandin.
Peyam hatin xwendin
Yeko yeko nûnerên saziyan Yekemîn Konferansa Mamosteyên Jin ên SZK'ê pîroz kirin. Cîgira Wezîra Perwerdehiyê Şîrîn Oso, Endama Saziya Malbatên Şehîdan Zehê Moro konferans pîroz kirin. Cîgira Serokê Hikûmetê Bêrîvan Hesen, li ser navê Wezareta Jin konferans pîroz kir û got: "Em îro civakê birêve dibin û nifşên nû li ser nirxên kurdan ava dikin. Divê em li civakê xwedî derkevin. Piştî wê peyama Xebatkarên jin ên ragihandinê, Desteya Alîkariyê, Rêxistina Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Navenda Zanist û Perwerdehiyê a Jinan, Yekîtiya Star, Jinên Ciwan ên Şoreşger, jinên Xwendekar, Yekîtiya Mamosteyan, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), û peyama SZK'ê ya Rojava, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Jin fêrkarin
Mamoste Hind Ebdilqadir dayîka tekoşer Hazim ya 75 salî di konfransê de amade bû. Mamostê konfransa yekemîn ya mamosteyên jin pîroz kir û wiha axivî: "Ez li Reqayê dimam, min xwendina xwe ya erebî li Reqayê xwend, min zimanê kurdî nizanî, lê piştî ku min bihîst korsên zimanê kurdî li Reqayê tê dayîn, min pir mereq kir ku fêrî zimanê kurdî bibim, min di nav zarokan de wek zarokan xwe fêr dikir, hinekî dijwarî tê de hebû, lê li hember vîna min nikarîbû biba asteng."
Xelat hat dayîn
Mamosteyên jin ên SZK'ê li keda dayîk û mamosteya 75 salî xelatek amadekiribûn, rêveberiya dîwana konfransê mamoste vexwendin ser dikê û li pêş mamosteyên amade ew xelat kirin, dema ku ew hat xelat kirin mamoste ji kêfxweş bûna wek ronahiyekê ket çavên wê de. Mamosteyan konfransa xwe bi dirûşmeya "Bi jinên Azad û Zana ber bi Avakirina Nifşên Têgihiştî"bidawî kirin. Piştre koma Miştenûr a stranan stranên şoreşgerî pêşkêş kirin û mamosteyan jî govend gerandin.
ANHA/KOBANÊ