
MURAT MANG / HATTINGEN
Yekîtîya Mamostên Kurd ya Almanya (YMK) û sendikaya Alman Gewerkschaft Erziehung und Wissenschaft (GEW) ji bo mamosteyên zimanê Kurdî ya Almanya seminer organize kirin. Di semînara bipêşvebirinê de ku her sal du caran tê lidarxistin, mamosteyên zimanê Kurdi tên ba hev û mijarên li ser perwerdahiya zimanê Kurdi agahiyan didin û distînin.
Semînerê du rojan dewam kir; rojên înî û şemiyê li bajarê Almanya Hattingenê bi rê ve çû. Di du rojan de nezikî 20 mamoste tevlî semînerê bûn. Dr. Zerdeşt Haco li ser miijara Soranî û Kurmancî, gotarek pêşkeş kir. Zerdeşt Haco zarava dan ber hev û tekiliyên wan di warê zanistî de analîz kir. Zerdeş Haco di gotara xwe de got, “Di zimanê Kurdi de zaravayên sereke Kurmanciya Bakur (devoka Botanî- Şingalî-Mereşî) û Kurmanciya Navîn (wek minak Sîneyî-Silêmanî-Kerkukî- Hewlêrî-Soranî) e. Her yekî li gorî xwe, xwe gîhandiye asta zimanekî standart û bilind. Îro bi her du zaravayan hejmareke mezin berhemên nivîskî derdikevin.”
Her wiha mamoste Ronî Stêrk jî li ser pirsgirêkên perwerdehiyê gotarek pêşkeş kir.
Mamosteyên tevlî semînerê bûn, li ser armanc û birêveçûna semînerê û pirsgirêkên navxweyî yên zimanê Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî ji rojnameya me re axivîn.
Pirsgirêkên xwe nîqaş dikin
Yek ji organîzatorên semînerê Hesen Taşkale der barê mijarê de wiha peyivî: “Em her sal du caran tên ba hev û bi giranî li ser mijarên dersên Kurdî, pirsgirikên xwe nîqaş dikin û li çareseriyê digerin. Wekî mînak, kîjan tengasî hene? Kîjan xebat hewce ne? Ji aliyê rêzimanê ve çi kemasî çêdibin, wejeya Kurdî em nîqaş dikin. Hevalên me, pirraniya wan dersên Kurdî didin. Planên dersên xwe tînin em bi hev re nîqaş dikin. Pirr baş dimeşe. Di dema dawî de hevalên me yên Başûrê Kurdistanê jî tevlî me bûne. Hevaleke li Kolnê dersa Soranî dide. Dîsa hevalek perwerdeya Soranî dîtiye, lê li vir dersa Kurmancî dide.”
Hezar zarok jî naçin dersên Kurdî
Her wiha mamoste Taşkale di rewşa perwerdehiya Kurdî li Almanyayê de û hewldanên di vî warî de ev agahî dan: “Beriya du salan ji bo Hagenê qadroya mamostetiyê hat vekirin. Mixabin ji ber tunebûna mamoste ew derfet ji destê me çû. 145 zarok li vir serî lê dabûn. Dîsa li hinek bajaran Înîsiyatîfa malbatan heye. Wek bajarên Bielefeld, Köln, Mülheim, Bonn. Kemasî ew e ku ew înîsiyatîf wek sîwanekê nehatine ba hevdu. Gava bên ba hevdu, wê bandorê li Wezareta wê eyaletê bikin. Li aliyê din elaqeya li dersên Kurdî kêm dibe. Zarok naçin dersan ji ber vê jî ders tên rawestandin. Li eyaleta NRW behsa 100 hezar Kurdan tê kirin lê hezar zarok naçin dersên Kurdî. Di vir de kêmasiya saziyên Kurdî giştî heye. Sebeb çi ye ku dê û bav zimanê Kurdî girîng nabînîn? Dîsa ên ku diçin Tirkiyeyê ditirsin, zarokên xwe naşînin. Her wiha di aliyê metodê de kêmasîyên me wek mamoste hene. Mamosteyên ku vê gavê dersê didin li welêt perwerde bûne û bi metoden Almanyayê zêde nizanin.”
Miletê me nehatîye perwerdekirin
Dr. Zerdeşt Haco jî li ser meselê got, divê çi li Kurdistanê çi li derveyî welêt xwendegehên Kurdî bên avakirin û wiha axivî: “Di xwendegehan de divê mamoste bên perwerdekirin. Ew kêmasiyeke mezin e ku hejmara mamosteyên me pirr kêm e.
Siberoja zimanê Kurdî di xeterê de ye. Ji ber ku zimanê me nayê xwendin. Pirtûkên me nayên firotin. Ji ber ku milletê me nehatîye perwerdekirin. Ji bo wê sedemê hinek kes bi zimanê Tirkî, Erebî, Farisî dinivîsin ku berhemên wan bên çap kirin. Ez dixwazim bi kurtî bibêjim; serxwebûna zimanê me di serxwebûna Kurdistanê de ye. Gava dewleta me hebe, piştgiriyê bide zimanê me, wê demê zimanê me ji wê bi pêş bikeve.”
Bila li gorî mantiqê ziman peyvan çêkin
Mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç jî li ser hin kêşe û polemîkên li ser rêzimana Kurdî rawestiya û got, “Rêzimana Kurdî em nikarin biguherînîn. Em dikarin têgînan zêde bikin. Peyvan zêde bikin. Ew jî li gorî mantiqê ziman çêdibe. Ziman xwedî akustîkekê ye. Mirov nikare ji wê akustîk û ahenga zimên derkeve. Wê çaxê ziman wateya xwe ji dest dide. Hinek heval peyvan diafirînîn. Gerek mirov hinekî bi rêgez û bingehê wê zanîbe, li gorî wê biafirîne da ku zirarê li zimên neke. Minakeke piçûk ez bidim; Peyva mamoste. Mamoste peyveke, bi Soranî hatiye çêkirin. Di Soranî de nêr û mê tine. “Mam” em zanin kû “ap” e. “Hoste” jî tê zanîn. Nika ez çawa rabim yeka jin re mamoste bibêjim. Ji ber ku li gorî zanyariya zimên nehatîya çêkirin. Mesela tu li bernameyên televizyonan binêre. Çi Başûr, çi Bakur, çi Rojava kî diçe, gişt mamoste ne, ji ber ku li gorî wateya xwe nehatiye çêkirin. Problemeke me dîsa heye. Me bi zimanê xwe nexwendiye. Me bi zimanê biyanî xwendiye. Îro em tiştekî nû dibihîsin bi me xerîb tê. Lê tu di pevajoya ziman de hîn dibî. Hinek peyv hene, em wan nû bi kar tînin. Ji me re xerîb in. Lê siberojê wê di zimên de rûnê û zarokên me pê kêfxweş bibin.”