
Li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşê di warê perwerdehiya Kurdî de gavên mezin hatin avêtin. Tevî şerê heyî û bê tecrûbûnê jî encamên girîng derketin holê. Her ku diçe çawanî û naveroka perwerdeya bi Kurdî bilindtir dibe.
Li Efrînê ji bo sala xwendinê ya nû 485 mamosteyên dibistanên navîn û amadeyî hatin perwerdekirin.
Ji destpêka meha Tîrmehê ve Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) li Kantona Efrînê dewreyên perwerdeyê vekirine da ku biranşên nû li ser materyalên zimanê Kurdî zêde bikin û mamosteyên pispor ji bo sala xwendinê ya 2016-2017ꞌan perwerde bikin.
Di dewreyan de mamoste li ser matematîk, fîzîk, kîmya, erdnîgarî, jineolojî, dîrok, mûzîk, felsefe, çand û exlaq, wênexêzî û zimanê Kurdî tên perwerdekirin. Tê payîn ku ev dewre dawiya meha Tebaxê bi dawî bibin.
Li gorî guherînên dawî tên perwerdekirin
Endama rêveberiya KPC-Demokratîk Bêrîvan Mihemed da zanîn ku armanca van dewreyên perwerdeyê ew e ku mamosteyên pispor ji bo dibistanên navîn û amadeyî li gorî guhertinên ku li ser materyalên zimanê Kurdî hatine çêkirin, bên amadekirin.
Asoya fikirî fireh dibe
Mamosteyê zimanê Kurdî Demhat Misto yê ku tevlî perwerdeyê bûbû destnîşan kir ku divê hemû mamosteyên zimanê Kurdî tevlî dewreyên perwerdeyê bibin, xwe bi pêş bixin da ku nifşên xwedî fikir û zanebûn, biafirînin.
Mamosteya zimanê Kurdî Henîfe Ebdo jî da zanîn ku dewreya perwerdeyê asoyên fikirî li pêşiya wan di terzê dayîna waneyan de, fireh kirine û asta zanebûna her mamosteyekê/î di beşa wê/wî de bilind kiriye.