Dinyayeke grafîk a ku tê de huner û vegotina serpêhatiyan li hev diqelibin û dikevin zikhev. Belê em behsa “manga” dikin ku li Japonyayê da der lê li wir sînordar nema.
Manga vegotineke dîtbarî ya hunerî ye ku piştî derçûna xwe ya li Japonyayê roja me ya îro veguheriye fenomeneke global a multîmedyayê; ew serpêhatiyan dibêje li ser mijarên cinsan heta bi macerayan û wan li dinyayên bi rastî yan jî xeyalî bi cih dike.
Lê belê “manga” tenê ev nemaye, tesîra wê ya dayî derveyî Japonyayê ji “anime (filmên kartoon ên bi karakterên Japonî)” heta bi lixwekirina cilûbergên van karakteran di çarçoveyeke fireh de ye.
Weke cûreyê hunerî û vegotinê “manga” piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn derket holê, lê belê kokên wê yên hunerî heta bi sedsala 12´an diçin.
FRANKFURT