SADIYE ESER / MA/STENBOL


Parêzer Omer Guneş ê di navbera salên 2005 û 2011’an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn, diyar kir ku Ocalan kesayeteke çalak û pêşdîtinên xwe xurt bû û wiha peyivî: “Dema diaxivî, digot, muqayese dikir û analîz dikirin, fikrên wî hem bi berfirehî, hem piralî û hem jî çalak in.”

Parêzer Omer Guneş cara ewil 30’yê Mijdara 2005’an bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, di 6 salan de bi giştî 81 caran çû Girgîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. 

Guneş diyar kir ku dema wî zanîngeh dixwend, Ocalan rastî bêbextiyê hatiye û ew revandine Tirkiyeyê û dadgehê dest pê kiriye, wê demê biryar daye ku parêzeriya Ocalan bike. Guneş eşkere kir ku dema dest bi parêzeriyê kiriye, dozên Ocalan ên Yewnanistanê û dozên din dewam kirine, bi vê re bûye parêzer.

 

Ocalan kes nikare hişê min dîl bigire

Guneş bal kişand ser rola Ocalan a di nava civakê û siyaseta giştî ya li Tirkiyeyê û bîranîneke xwe wiha parve kir: “Bi taybetî di navbera salên 2006, 2007 û 2008’an de, hem atmosferek derûnî û hem jî atmosfera siyasî hebû. Roleke Birêz Ocalan a belavkirina vê atmosferê hebû. Hem di warê moral, hem di warê fikrî de ev rewş dişikand. Dayikên Aştiyê di bin navê ‘Ji Ocalan re azadî’ meşek dabûn destpêkirin. Wî ev yek di rojnameyê de xwendibû û piştî vê wî Dayikên Aştiyê silav kir û got, ‘Bila ji bo min meşê nekin, ji xwe ez mirovekî azad im. Girtina min a di girtîgehê de azadiya min asteng nake. Ez di aliyê ruhî û manewî de azad im. Ti kes nikare hişê min dîl bigire. Dibe ku ez di warê fîzîkî de li vir bim; lê bila kes ji bo azadiya min tiştekî taybet neke. Berî her tiştî divê Kurd di warê hişmendî de azad bin.” 

  

‘Bi tecîrdkirina Ocalan 

aştî tê tecrîdkirin’

Guneş got, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve Ocalan nikare bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike û wiha peyivî: “Me her dem anî ziman ku ev ne li gorî qanûnan e. Lê meseleya esasî ya vê tecrîdê, ji ber ku Birêz Ocalan rêberê Tevgera Kurd e û aktorekî gelekî girîng e, ev tecrîd tê meşandin.” Guneş destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Ocalan, di heman demê de çareseriya ji bo meseleya Kurd pêşniyaz dike jî tê tecrîdkirin û wiha peyivî: “Fikrên wî û aştî jî tên tecrîdkirin. Heke li Tirkiyeyê beşek bi Ocalan re di danûnstandinê de be, ew beş jî tê tecrîdkirin. Bi tecrîdkirina Ocalan re, pêşî li mirinan hatiye vekirin. Ji ber wê tecrîdê gelek tişt diqewimin.” 

Guneş herî dawî got, “Heke tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe, dê pêşdîtin, pêşniyazên Ocalan gelekî bandorê li demokrasiya Tirkiyeyê bikin.“ û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi rakirina tecrîdê re dê kurd li Tikriyeyê gelekî bi pêş bkevin. Divê tecrîd wek rewşek asayî neyê dîtin. Ji bo tecrîd bê rakirin, divê hemû hiqûqnas bertekên xwe daynin holê.”