Kovara "Military Diplomat" di çapa yekem a sala 2015'an de wêneyê Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê û Fermandarê Navenda Hêzên Parastina Gel Murad Karayilan kir manşeta xwe ya yekane. Di hevpeyvînê de Karayilan pirsên derbarê "Bihara Ereb", rewşa Rojhilata Navîn, DAIŞ û têkoşîna li dij wê, rewş û pozîsyona PKK'ê ya roja me, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û pozîsyona Rûsyeyê de bersivandin. 

Kovara "Military Diplomat" kovareke pisporî ya leşkerî û siyasî ye. Bi zimanên Rûsî û Îngilîzî tê weşandin. Di rêvebiriya kovarê û redaksyona wê de mirovên payebilind ên hikûmeta Rûsyayê, Konseya Federasyonê, Parlamento, Wezareta Karên Derve, Akademiya zanistên leşkerî û saziyên din ên dewletê cih digirin.

Kovar bi rêya berpirsên leşkerî yên baylozxaneyan û şêwirmendên leşkerî di 135 welatên cihanê de tê belavkirin. Di nav lîsteya kesayetên ku ev kovar digihîje destê wan rêveberên wezaret û dîwanên leşkerî yên 135 dewletan, rêxistinên pêwendîdar ên navnetewî, saziyên sereke yên Federasyona Rûsyayê: Dîwana Serokdewlet, Hikûmet, Parlamento, dîwanên 85 komar û herêmên Rûsyayê, cih digirin. 


 FRANKFURT