Marie Curie ji bo xwendina zanistê neçar bû ji welatê xwe Lehistanê biçe Fransayê. Wê du element vedîtin; navê welatê wê li yekê ji van elementan hat kirin: Polonium. Lê zehmetiyên civakê ji ber jinbûna wê li ber datanîn di nava civaka mêran de her li pêşiya wê bûn.
Gava Marie Sklodowska Curie sala 1903´yan teza xwe ya doktoriya fizîkê li Fakulteya Zanistan a Parîsê parast, di nava alema zanyaran de jin pirr kêm bûn û jixwe di nava wan zanyaran de ku giregirên alemê bûn, tenê mêr hebûn. Lê di nava garana van mêran de wê sala ku teza xwe parastî xelata Nobelê ji bo fizîkê û sala 1911´an jî xelata Nobelê ya ji bo kîmyayê wergirt.
Navê wê yê bi temamî gava ku li Împeretoriya Rûsya ya hingê li bajarê ku paşê wê bibûya paytexta Lehistanê, Warşowê 7´ê Mijdara 1867´an hat dinê, Marie Sklodowska Curie bû. Ji karên wê yên herî girîng e ku li tîrêjên girêdanên ûranyûmê kola û ew peyva bi me pirr nas “radyoaktîf” bi pêş xist. Henri Becquerel pêşî sala 1896´an ev tîrêj şopandibûn, lê ya ku ji hev derxistî ka ev çi be, Marie Curie bû. Karê wê yê din ê girîng ew bû ku hebûna elementên Polonium û Radiumê piştrast kir.
Curie xelata xwe ya yekem sala 1903´ya bi hevjînê xwe re parve kiribû, lê ya duyem ji bo karê wê bi xwe bû. Ew yekem mirov e ku di du beşên cihê de Nobel wergirtiye û hîna jî ji bilî Linus Pauling keseke din ev xelat du du beşên cihê de wernegirtiye.
Ji bo xwendinê rêya Parîsê
Marie Curie ya ku li Lehistana hingê beşek ji Împeretoriya Rûs bû, mezin bû, ji neçarî wê ev welat biterikanda. Lewma li wir destûr nebû ku jin li zanîngehê bixwînin û zanistê bikin. Dawiya sala 1891´ê wê li Sorbonneê lîsansên Fizîk û Matematîkê serketî bi dawî kirin. Sala ku wê xwe qeyd kir, ji 9 hezar xwendarên zanîngehê bi tenê 210 jin bûn û li Fakulteya Zanistan jî bi tenê ji 1825 xwendekaran 23 jin bûn. Zivistana 1891/1892´yê ew di lîstikeke şanoyê de lîst ku Lehistaniyên mişext li dijî dagirkeriya Rûsyayê çêkiribû. Vê yekê wê bikira ku bavê wê gelekî ji wê aciz bibe. Lê lîsansa xwe wê weke serketîtirîna salê bistanda û karîbûya bi bursê xwendina xwe dewam bike. Wê sala 1984´an lîsansa xwe ya matematîkê jî weke duyemîna salê bi dest anî.
Ji serketîtirînê ber bi serketîtirînê ve
Civata Teşwîqkirina Pîşesaziya Neteweyî ya Fransî bi lêkolîneke li ser metalan û xisletên wan ên manyetîk ew erkdar kir, lê li labaratuwareke gelekî teng. Wê jî gava li labaratuwaran digeriya, hevjînê xwe Pierre Curie sala 1894´an nas kir ku labaratuwareke mezin a fizîkê bi rê ve dibir. Axir havîna 1895´an jixwe ew ê bizewiciyana.
Hema sala piştre ji bo ku di warê aborî de ser bi xwe be, îmtîhanên dersdana li “dibistanên bilind ên keçan” bi yekemîniyê temam kirin û mamostetî kir. Wê lêkolîn û xwendina xwe jî dewam kir li zanîngehê. Sala 1897´an wê yekemîn berhema xwe ya zanistî weşand li ser manyetîzekirina polayê stewandî. Heman salê Îlonê wê keça xwe ya yekem Irène anî dinyayê.
Kanûna 1897´an wê dest bi lêkolîna madeyên radyoaktîf kir û ew bûn mijara sereke ya lêkolînên wê. Axir piştî ku hevjînê wê Pierre Curies di qezayekê de wefat kir, wî li şûna wî du salan dersên wî li zanîngeha Sorbonneê dan. Piştre jî kursiya ku ji bo wî hatibû çêkirin ya Fizîka Giştî dan wê. Bi vî rengî ew li Sorbonneê bû yekem jina profesorî kirî.
Wê Nobela yekem ji bo teza xwe ya doktorayê stand ku li ser xisletên radyoaktîv ên elementan bû. Ji ber karê xwe yê li ser elementên radyoaktîf, pêşî wê serêtiliyên wê bişewitîna û paşê jî hema beriya wergirtina xelata Nobelê, zaroka wê ji ber biçûna. Ji xwe fermî, wê piştî bi du salan biçûna Swêdê. Sala 1904´an keça wê Ève hat dinyayê. Sala 1906´an hevjînê wê di bin kamyonekê de ma û mir.
Jinbûn wax û barekî giran bû
Lê jinbûn li akademiyê hêsan nebû; gava ku wê sala 1911´an miracaetî Académie des sciences/Akademiya zanistan kir da ku kursiyekê bidinê, çapemeniya boulvard rabû ew da ber derban û bi gotegot û nûçeyên çêkirî dinya li serê wê gerand: Biyanî! Întelektuel! Cihû! û Jina sosret û sosirmet! Sedema wan jî ew ku peywendiyên wê bi Paul Langevin re eşkere bûn, yek ji serketîtir zanyarên fizîkê yên hingê yên Fransayê.
Di şerê cihanê yê yekem de Marie Curie weke radiyologê eskerên birîndar derman kirin. Wê maşîneke rontgenê da çêkirin da ku karibe heta mumkin e nêzîkî bereyê lêkolînên xwe yên radyolojîk bike. Wê personalên teknîkî û hemşîreyên lazim jî di vê pêvajoyê de gihandin. Piştî şerî, li Înstîtuya Radiumê ya li Parîsê wê karê destekkirina xwendekarên jin û biyanî da ber xwe.
Marie Curie wekî din jî wê heta mirina xwe ya sala 1934´an di warê aştiya navneteweyî de xwe angaje bikira, ew ji 1922´yan heta 1934´an re cîgirê serokê Komîsyona Navneteweyî ya Hevkariya Aqlî bû li Cemiyeta Miletan de. Ew 14´ê Tîrmeha 1934´an li Passyê mir.
PARÎS
Polonium û radium
Marie Curie pêşî dixwest şiyana iyonekirina xweyên xwezayî bipîve, nexasim jî radyoaktîvîteya bi wan çêdibû. Hasil, bi xêra elektrometera pîezoelektrîk a ku mêrê wê çêkiribû, wê karîbû guhertina di elektrîzîtebûna hewayê de bipîve. Wê bi vî awayî li gelek metal, xwê, oksîd û mîneral kola û derxist holê ku çingosulfura bi qetran çar caran li uranê radyoaktîftir e. Axir di lêkolînên xwe de gihişt wê encamê ku tîrêjên Becquerel ne xisleteke girêdanên kîmyewî ye, lê ya hin atoman e.
Gabriel Lippmann wê encamên lêkolînên wê 12´ê Nîsana 1898´an li Académie des sciences li Parîsê pêşkêş bikirana, ji ber ku ew ne endam bû. Li pişt vê, Marie Curie tevî hevjînê xwe lê hûr bû ku derêxe holê ka ev tîrêjên radyoaktîf ji ber çi ne. Zena wê ew bû ku elementeke nayê nasîn sedem e. Wan hewl da ku vê yekê îsbat bikin û di dawiyê de ev ji wan hat ku ne yek lê du elementan tecrîd bikin, yek diviyabû bişibe Bismutê û ya din jî Bariumê. Axirî, wê spektroskopiyê yek ji van elementan piştrast kir û 13´ê Hezîrana 1898´an jî ji bo rûmeta welatê Marie Curie jê tê navê Polonium li vê elementê tê kirin.
Ji ber van lêkolînên xwe, yekem semptoma radyoaktîvîteyê ya tê zanîn jî dide der: serê tiliyên Marie Curie nêmdigirin û dişewitin. Ew navberekî dide karê xwe heta tê ser hemdê xwe. Lê Kanûna 1898´an bi alîkariya Gustave Bémont ji wê û hevjînê wê tê ku elementa din jî piştrast bikin û navê Radiumê li wê elementê dikin.
Ji bo şikandina pişta jinê çapemenî
Di konferansa Solvay de ku di navbera 30´ê Cotmeh û 3´yê Mijdarê de bi rê ve çû, yekane beşdara jin a konferansê Marie Curie bû. Jixwe ew wêneyê bi giregirên zanistê yên mêr mişt, Marie Curie ya rastî wenda dike. Lê ew li wir e, rûniştî ji milê rastê ve kesa duyem e. Ew kesê li rastê Albert Einstein sekinî jî Paul Langevin e. Fernand Hauser rojekê piştî konferansê di rojnameya Le Journal de meqaleyek bi spotên “Çîrokeke evînê. Curie Xan û Professor Langevin” biweşanda. Gelek rojnameyên din paşê rahiştin heman çîrokê û kirin manşet. Le Petit Journalê 6´ê Mijdarê gefa wê yekê dixwar ku nameyên evînê yên Curie û Langevin biweşîne. Le Temps paşê cih da bersiva Curie ku îdîa bi temamî red dikirin. Kovar û rojnameyên çepgir ên weke Gil Blas û L’Humanité pişta Curie girtin, lê ew çapemeniya jê re ya navê û nerm tê gotin bi xwe, xwe kerr kir. Ji nava garrana mêrên zanistê jî Perrin, Poincaré, Borel, Einstein û birayê mêrê wê Jacques Curie pişta wê girtin. Lê ji ber vê yekê, ew ê nekariya bibe endama Akamdemiya Zanistê.