Berlînî li hemberî vê biryara wezîr rabûn û dibêjin “Bila yeke Bayernî xwe tevlî bajarê me neke.”
Her du jî berê xwe dane Rojava. Di sala 1986’ê de, bi xwepêşandanekê perde li ser wan hatibû rakirin. Karl Marx rûniştiye û Friedrich jî li ser piyane. Her du peyker jî ji bronza 4 metreyî hatine çêkirin û sembolên dawî yên sosyalîstan in.
Piştî ku di sala 1990’an de dîwarê Berlînê hilweşiya, pêşî Lenîn û Starlin, hemû sembolên komûnîstî li rast xezeba kapîtalîzma Rojava hatibûn. Navê qadan yek bi yek hatin guhertin û peyker hatin rakirin.
Qada Alexenderplatz, Dêra Dom û bîrdariyên Marx û Engels ên ku bûne hêlîna turîstan niha jî li rastî xezeba hikûmeta Merkelê tên. Di sala 2010 de, bi hinceta rêya metroyê cihê wan peykeran hatibû guhertin û 20 metre pêş de biribûn. Wezîrê Pêşetina Bajar, Ragihandin û Avadaniyê yê ji Partiya Yekitiya Civakî ya Xrîstiyan (CSU) yê Peter Ramsuer ji van peykran pir bêzar e.
'Here Kapîtalê bixwîne'
Wezîr Ramsauer diyar dike ku ger ev peyker bêne rakirin, dê qad xweştir bibe, lê xelkê Berlînê ji vê helwesta wezîr nerazîne û beşdarî bernameyên TV dibin û dibêjin ; “Bîrdarî sembola Berlînê ne, divê peyker di dilê bajêr de bin. Jixwe bila yeke Bayernî xwe qet tevlî bajarê me neke.
Wezîr ji bo vê yekê pêşnûmeyek bir Meclîsê. Partiya Çegir nerazîbûn nîşan da. Serokê Koma Partiya Çepgir ê Meclîsa Fedaral Gregor Gysi ; “Wezîrê dijminê çandê ye û tu rêzê nîşanî mezitirîn fîlozofên Almanyayê nade. Ez pêşniyar dikim ku bila biçe pirtûka Kapîtalê bixwîne.
ANF/BERLÎN