Romana Medenî Ferho ya bi navê Masalya Ulkesi ji weşanên AR derçû. Medenî Ferho di vê romana xwe de jî riyeke cuda bi kar aniye û lehengên ronmana wî, hem çûk in, hem jî mirov in. Nivîskar roman ji mêj ve nivîsiye; piştî darbeya Eskerî ya 12´ê Îlonê, dema ku ew di Hepsa Metrîsê de girtî bûye, wî ev roman nivîsiye. Destxetên romanê ji hepsê derketibin jî, çawa ku dostê nivîskarî jê re dibêje, “di nava doşeka zarokan de veşartî bû û şewitîne”.

Piştî vê Medenî Ferho ev roman bi Kurdî bi navê “Berxwedan Jiyan e” nivîsî û ev weke roman hat weşandin. Lê ev roman bi temamî hev nagirin, ew weke versiyonên cuda ne, naverok yek e lê, “mekan û leheng” ne weke hev in.

Masalya Ulkesî li ser berxwedana Çûkê Beytik a li dijî Siltan Silêman e...

Çûkê Beytik, di nava nifşê çûkan de, çûkekî herî biçûk e û bêyî mirovan nikare bijî.

Di romana Masalya Ulkesî de, efsaneyek heye, ev efsane, li gorî her mercê Kurdan lê ye. Îro jî, mirov dikare ji efsaneyên ku Kurdan li ser cografya xwe û bi vegotineke metafizîkî anîne ziman, dersan bigire.

Di encama hewldan û pêşengiya Çûkê Beytik de, tevahiya çûkan dibêjin, “azadiya yek çûkî, azadiya me teva ye” û “Peymana Mafên  Çûkan ya Gerdunî” bi desteka zanist û aqilmendên serdemê, ku destekê didine cîhana çûkan,  Siltan Silêman  mecbûr dimîne û îmze dike.

Tenê Çil (Şevreşk), ji sedema ku ji refên xwe diqete, tê pirtikandin û mahkumî şevê û tariyê dibe.

Axir analojiyeke di navbera efsaneyên Kurdan û beytên li ser Nebî Silêmanî û serpêhatiya romanê de eşkere ye. Roman 412 rûpel e û ji weşanên Arê li Stenbolê derketiye.

 

STENBOL