Azîz OGUR

Nemir Seydayê Tîrej di helbesta ‘Bilbilê Dilşadî’ a mîna manîfestoyekê de dijmin û hevkarê dijmin bi van du rêzikan “Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e / Meydan e ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar” xweş tînê ziman. Di pêvajoya hilbijartinan û bi taybetî diyarbûna namzetan de mirov hem karakterê AKP’ê ya her ji bo berjewendiyê xwe her tiştî rewa dibîne, hem jî karakterê kesên qaşo Kurd ên ji bo berjewendiyên xwe di nava xiyaneteke kûrr de ne, baş dibîne.

Tevî ku AKP ti carî Kurd mîna hevkarên xwe yên stratejîk nedîtine û piştgirê wê be jî naxwaze Kurd bi hêz bibe em dibînin ji ber ranta heyî, berjewendî û tetmînkirina hestên xiyanetkariyê bi dehan kes ji bo serokatiya navçe, bajar, parlamenterî û heta cihgirtina di nava rêveberiyên rêxistinên AKP’ê de dikevine nava hewldanên mezin. Xwe derdixin mezatê û ji bo AKP wan bikire pêşbaziya kirêtî, xiyanet û dijberiya nirxên Kurdewariyê dikin.

Ev derdor û malbatên xiyanetkar ji bo referansên xwe xurt bikin ciwanên xwe dişînin hecê an umrê û wêneyan li ser medyaya civakî belav dikin. Ji bo navenda AKP’ê kêfxweş bikin dagirkeriya Efrînê mîna ‘fetîh’ bi nav dikin û qaşo ji bo serketina artêşa Tirk û çeteyan mewlûdan didin. Ji bo Filîstînê daxwuyaniyan didin, protestoyan li dar dixin, bi tiliyan nîşaneya Rabîa didin û navên zarokên AKP´yiyan li zarokên xwe dikin.

Tevî yên beriya wan jî bi heman rêbazê hatibû ser kar û piştî karê AKP’ê bi wan qediya mîna qepalekî wan diavêje sergoyê jî bi dehan kes ên xwe nenas û ji çanda xiyanetê xwedî dibin, dikevinê rêza ku beranberî rant, paye û berjewendiyan AKP vê carê jî wan bi kar bîne.

AKP hevkarê xwe, xiyanetvanên Kurd ên ji bo cihgirtina rêveberiyê serî lê didin dixe nava pêşaziya ka kê ji wan çiqas zirar daye gelê Kurd. Mîna ku marîfet e jî diçin di mulaqat û hevdîtinan de pesnê xwe bi xizmeta dewletê, zirardayina têkoşîna gelê Kurd didin.

Her car kesekî ji wan digire û yên mayî ji bo demên pêş bi bêhtir xiyanetê teşwîq dike. Yanî wan dixe rêzê û dibêje xwe îspat bikin.

Ev derdor jî bi hêza ji desilatdariyê digirin li herêman li dij gel terorê dimeşînin. Kesên li Kurdistanê di salên bihurî de di nava partiyên sîstemê de cih digirtin yan serokatiya navçe û bajaran dikirin, xwedî giraniyekê bûn. Yanî gel dengê xwe nade wan, yan îtîbar bi partiya wan nekirana jî ji kesayetiya wan re rêz digirt. Her wiha van kesan jî hasasiyet û rewşên taybet ên gel dizanîn û li ber çavan digirtin. Lê nifşê nû yê di nava partiyên sîstemê û bi taybetî AKP’ê de cih digirin, dikare mîna ‘çîna çeqel’ werin binavkirin.

Ev mirovên çeqel, bêhurmet û kesayetiya wan têkçûyî ye, erk û hêza ji desilatdariyê digirin, li dijî gel bi kar tînin. Her wiha bi ranta heyî, kesên mîna xwe beredayî li dora xwe kom kirine û xwe xwedî her mafî dibînin da ku zextê li gel bikin.

AKP ku van kesan teşwîqî xiyanetê dike û di nav gel de teşhîr dibin, diguherînê û yê nû dixe heman rewşê. Yên berê teşhîrbûyî, ji ber kirêtiyên xwe nema dikarin gavê bi paş ve jî biavêjin û li bendê dimînin ku careke din derî li wan werin vekirin û xizmeta AKP’ê -di esas de xizmeta mêtingerî û dagirkeriyê - dewam dikin.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurd yek ji encamên derxiste holê jî ew bû ku çanda siyasatê di nava Kurdan de afirand. Yanî kesên ku siyaseta demokratîk a di xizmeta gel, gelan û beşên civakê yên li derveyî sîstemê hiştî de bikin jî afirandin. Profîla namzetên HDP’ê rengînî û rastiya siyaseta demokratîk radixe ber çavan.

Lîsteya namzetên AKP’ê jî şêwazê bikaranîna Kurdan ji bo berjewendiyên mêtingerî û dagirkeriyê radixe ber çavan.

Lewra AKP-MHP’ya ku bi faşîzma bê mînak atmosfera tirsê afirand, di van salên dawî de rastiya hin malbat, derdor û kesayetan ji bo xiyaneta xwe zindî bikin, derfet afirand. Yanî bi faşîzma AKP-MHP’ê re rastiya gelek derdoran jî eşkere bû.

Şik û guman tineye ku AKP, faşîzma AKP’ê wê têk biçe. Ev derdorên bi serxweşiya rant û desthilatdariyê ketin nava xiyaneta kûr jî wê li holê bimînin. Gel jî ti carî kirinên li dijî xwe, pişta xwe dayina dewletê ya malbat, kes û derdoran ji bîr nake û wê hesab ji wan bipirse. Kesên piştî evqas zilm û hovîtiyê jî li derdora AKP’ê bimînin, ji ‘xayin-cehş’ pê ve ti navî heq nakin. Beriya vê hilbijartinê derfeta dawî ya ji bo kesên bixwazin xwe ji xiyanetê rizgar bikin, heye. Yên vê kêliyê rêya xwe ji AKP’ê veneqetîne, mîna hemû xayinên din wê bikevin sergoya dîroka Kurdistanê.