Nexêr maske timî ne ji tiştên sivik bûn. Îro bi piranî ji kaxez, karton, plastîk, metalên sivik, qumaşên cihê reng jî bin, berê maskeyên ji kevir û ji heriya kîlê hebûn. Ev mînaka hanê ya maskeyên ji kîlê ji Misra Kevin e. Lê sedema taybetbûna vê maskeyê ne ev e. Di maskeyên serdema antîk de, nexasim jî yên Misra Kevin de xisletên stereotîp ên weke çavên zêde mezin, rûyên ciwan xetên diyar... Lê di vê maskeya muhtemelen ji sedsala 1’ê yan jî 2’yê mayî de, rûyekî zirav, çavên piçûk, xetên pîrbûnê yên li dora lêvên dagirtî, bêvilê û çavan hene. Ya li pêşberî me nimûneyeke maskeyên realîst e û jina li ser hatiye neqişandin jî yeke navsere ye.

 

FRANKFURT