
Ez bi we nizanim, lê mirov dema matematîkê li dibistanê fêr dibe û li ser kaxetan xetên reş dibîne, mirov jê sar dibe. Cara yekê bi hejmartina sêvên baxçeyekî min hez ji jimartin, lihevzêdekirin, jihevkêmkirinê kir. Lê matematîk ne tenê ev bû, heta ecêbek bû. Dema min dît muzeyeke vî karî jî heye, ya Xwedê, bi zora heft belayî min kir ku min bigihînin vê muzeya matematîkê ya li bajarê Elmanyayê Giessenê a bi navê Matematikumê.
Ev fikra kê bû? Na ne ya zarokeke mîna min bû, ya Prof. Albrecht Beutelspacher bû. Ji bo wî timî bûye dildariyek ku matematîkê ji bo raya giştî rave bike û bi raya giştî bide hez kirin. Jixwe, dema li Îtalyayê maye, dîtiye ku gotarên baş amadekirî, kêfa guhdaran tînin û wan aciz nakin.
Çi tê pêşandan?
Li vir, li Matematikumê bêhtirî 170 ceribandinê kela canê zarokan û mezinan radikin tên pêşandan. Xurtiya vê muzeyê ew e ku fenomenên zanistî bi rengê ceribandinên înteraktîf nîşan dide. Ango hûn jî beşek ji Matematikumê ne; hûn weke mêvan nebin ceribandin wê bisekinin.
Peqpeqonka dêw
Hîç we peqpeqonkên dêw dîtine? Ez di nava yekê de bûm, û ji we re bibêjim, gelekî kêfa min jê re hat. Dayika min pêşî diviyabû bi her halî bi benekî bigire û bikişîne, da ku ew peqpeqonka kefa sabûnê li dora min çêbe. Lê piştre min bi tenê jî karîbû.
Neynik dikarin çi bikin? Min jî nedizanî, lê heger hûn hez ji sîmetriyê dikin, ez ji we re bibêjim; sîmetrî carinan dike ku kenê mirov bi mirov bê.
Gokeke li ezmanan aliqî mayî, ev çi sêhr e? Lê na ez li matematikumê fêr bûm ev ne sêhr e lê matematîk e.
Gelo we hîç ji xwe pirsiye mirov çawa pîramîdan, stêrkan di nava qutiye çarçik de bi cih dike? Li matematîkumê hûn dikarin biceribînin, ji ya ku ez li bendê hêsantir bû. Li matematikumê gelek kêliyên mirov dibêje, "haaaaa, naxwe halo jî dibe!"
STÊRÎN GULADAWIYA