
Ji Başûrê Kurdistanê 902 akademîsyen, aktivîstên civaka sivîl, doktor, endazyar, karsaz, parêzer, nivîskar, rojnamevan û parlamenterên ji Başûr di nameya xwe ya ji bo Serokê Parlemana Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Martîn Schulz de, got, “Mayîna hêzên Tirk li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê metirsiyên li ser herêmê zêdetir dike.”
902 rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê ku di nava wan de Dr. Kirmanc Gundî, parlamenter Perwa Elî Hema, Dr. Fayîq Gulpî, Dr. Bêrîvan Doskî, Dr. Adil Mehmûd û Dr. Helgurd Mihemed Derwêş jî, bi armanca nerazîbûna li hemberî hatina leşkerên Tirk a ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê nameyek ji bo serokê parlamentoya Yekîtiya Ewrûpa Martîn Schulz nivîsandin. Di nameyê de hat gotin, “Em bawer dikin ku derbaskirina hêzên Tirkiyeyê ne ji bo rizgarkirina Mûsilê ye.”
Tirkiyeyê li Başûr 11 sivîl kuştin
Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê di nameya xwe de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê sivîl ê Herêma Kurdistanê û got, “Li cihê DAIŞ’ê bombebaran bike, çiyayê Qendîlê bombebaran dike. Di êrîşên demên dawî yên balafirên dewleta Tirk de 11 sivîl hatin kuştin. Gelek lawirên xelkê herêmê telef bûn û zerareke mezin li çandiniya gundiyan bû.”
Hatina Tirkan ne ji bo rizgarkirina Mûsilê ye
Di nameyê de îşaret bi hejmara eskerên Tirk tê kirin û bi bîr xistin ku rayedarên dewleta Iraqê doza vekişandina eskeran çend caran ji dewleta Tirk kirine. Rewşenbîran bi vî rengî dewam kir: “Em bawer dikin ku derbaskirina hêzên Tirkiyeyê ne ji bo rizgarkirina Mûsilê ye. Lê hîn zêdetir ji bo kûrtirkirina nakokiyên mezhebî yên navbera Sunî û Şîiyên Iraqê de ye. Her wiha dixwazin ew hêviyên dane gelên herêmê yên di pêvajoya aştiya Kurd û Tirkan de, careke din li ser qezencên ji herêma Mûsilê bi dest bixin, nû bikin.”
Dewleta Tirk li dijî destketiyên Kurdan e
Rewşenbîran îşaret bi helwêsta dewleta Tirk li dijî destketiyên Kurdan li Rojava kir û got, “Leşkerên Tirk di demeke wisa de sînorên xaka me derbas dikin ku, keç û kurên me bi lehengî li ser navê civaka navneteweyî şer dikin û xaka xwe ji DAIŞ’ê diparêzin. Hemû civaka dinyayê şahidiyê dike ku tenê yekane hêza dikare bi berdewamî li dijî hêzên reş ên DAIŞ’ê têbikoşe, gerîlayên PKK, şervanên YPG û pêşmergeyên Kurd in. Niha jî piştî sê yan zêdetir salên têkoşîna bi xwîn û dijwar a li dijî DAIŞ’ê, Tirkiye bi şêweyekî ne ji dil ku di bin zexta hemû dinyayê de tevlî koalîsyona dijî DAIŞ’ê bûye.”
Tirkiye wê aramiya herêmê xira bike
Rewşenbîran nameya xwe weha bi dawî kir: “Di encamê de em kesên ku me ev name îmze kiriye, weke akademîsyen, aktivîstên civaka sivîl, doktor, endazyar, karsaz, parêzer û her weke din ji bo gelê sivîl, herêmê û dinyayê aştî û aramî dixwazin. Belê em bawer dikin mayîna Tirkiyeyê ya li herêmê ya bi destekdayîna DAIŞ’ê û binpêkirina pîvanên navneteweyî, aramiya herêmê wê xira bike. Ji bo vê yekê em ji parlamentoya YE’yê daxwaz dikin ku ji bo Tirkiye bi şêweyekî zû li ser xaka Iraq û Kurdistanê vekişe, pêngava pêwîst bavêje. Her wiha em ji YE daxwaz dikin ku ji bo Tirkiye vegere ser maseya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd zextê bike, pêş ku hîn zêdetir kesên sivîl jiyana xwe ji dest bidin.”
HEWLÊR