Li Rojavayê Kurdistanê li Kobanê Rewşen Enter (16) dema li nêzî sînorê Bakûrê Kurdistanê pezê xwe di çêrand, pê li mayina ku ji aliyê dewletê ve hatibûn çandin kir. Di encama teqînê de Enter ji lingê xwe birîndar bû û ji aliyê şivanên li nêzî herêmê ve rakirin mexweşxaneya Kobanê. Li vir lingê Enter ku perçe bibû, ji aliyê bijîşkan ve hate jêkirin.

Şivanên ku zarok rakirine nexweşxanê diyar kirin ku dema pezê Enter ber bi sînor ve diçû, wê jî hewl daye ku pezê xwe vegerîne û di wê demê de mayin teqiyaye. Beriya niha jî bi dehan kesên li Kobanê di encama teqîna mayînên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine danîn, jiyana xwe ji dest dabûn. 

KOBANÊ