
Û dengê kenê keçek Koçer. Çawa ku dayîka wê di merasîmê de wuha digot; “Em koçerê salanin, li Ertoş bigire heta kavila Mexmûrê!” keça koçber li ser axa xwe. Gelek êş kişandibû Denîzê di vê rêwîtiya bêdawî de. Çavek sêwî û bêdeng mirov ber bi xwe ve dikşand. Mirov di çavê wê de divevciniqî ji ewçend serpêhatiyên tije êş. Lê her carê ewqas bedew dikeniya bi dengek bilind tu şeyda dibûyî bi wê sebirê. Bi wê ku “êşa ku min nekuje bila sedê salan pêre bijîm”
Bi hevaltiya xwe de netenê êşên xwe, dibû kevirê sebirê li ber dilê hevalên xwe. Hemû serpêhatiyên keç û xortên vê axê di hibra wê de bi salan reng bi xwe digirt û binav dibû. Di hemû dîmenên kameraya xwe de hêviyek diniqutî dilê mirov. Mirov di cihê xwe de ditevizand û çav nediqirbî li ser hev, Deryayek hebû. Deryayek hêvî û tu bi xwe re dibirî. Ji çavê zarokan gelekî hez dikir û hertim dîmenên wan dikşand. Di çavek reş de wateya diberojekî didît. Di çavek şîn de bêdawîbûna deryayekî didît. Ya rast xwe didît di awirên çavên her zarokekî de. Ew rojnamevanek 10 salan nebû, destana 20 salan di ruh, dil û mêjiyê xwe de neqişandibû. Ji wê bû ku hestên xwe bi maya 20 salan ve strabû. 20 salan ji peyvên şikestî gotin hece kiribû ji bi hezaran zarokên wek xwe re. 20 salan çeka zanebû, felsefe û hunera xwe kirê xwarina vê ruhê paqij û destnexwarî. Ji bo wê çeka baş ew bû ku hedefa xwe şaş neke û li cergê dijmin bikeve. Bi xwe êdî 20 salan bû çeka qelaştina sînga neyaran. Dîmenên wê ya herî dawî ku ji me re li şûna xwe hişt, jixwe vê yekê îfade dike; “heval hûn şer bikin ezê jî we bikşînim, ezê jî bi kamera xwe şer bikim!” emê ji bo Denîz Firat hemû kamerayên xwe bikin çek û di sengera wê de şopdarê rêya wê ya pîroz bin!”
Me cenazeyê wê şev siet 10:30 anî Qendîlê. Bi hezara maşîn bi wê re dimeşiyan. Ronahiya karwanê Denîz dikir sînga tarîtiya Qendîlê biqlişîne wê şevê. Di destê me de kamera û wênekêş hebû û me ew bedewî dikşand. Lê vê carê Denîz li kêleka me nebû. Rondikên me bêdeng li ser hinarokên şevê dihat xwarê. Me xwatirê xwe jê xwest ji bo em bispêrin himbêza deryayekê. Şev hat Qendîlê û roja xwatirxwestinê hêj tava heyvê pê re bû. Te digot qey ew jî dil nade wek me Denîz bi tenê bihêle û pişta xwe bidê biçe. Me ber bi sînorê Îbrahîm Xelîl ve birê kir Denîza xwe û çavê me her li dawî mabû li nav wêraniya wan bajar û sînorên bêrehim de. me xwest em vefadar bin ji vesiyeta wê re ku digo; min li bajarê min li Wanê veşêrin, xwîna canê min neşon û min bi cilên ku pê şehîd bûme veşêrin. Me Denîz emanetî deryayek wek wê kir û em vegeriyan. Lê dilê me hertim li gel bedewiya ruhê wê asê ma. Kamera me çûyîna wê şopand û em vegeriyan...
Ruhê wê şad be!
GELAWÊJ EWRÎN
Kêliyek bi koçberên Mexmûrê re
Li Hacawa qezayek ser bi Ranyayê me. Li wir nêzî 5 hezar penaberên wargeha Mexmûrê bicih bûne. Li çendîn mizgeftên vê qezayê gelê penaber hatine bicih kirin. Êdî nikarin bijmêrin hêjmara wargehên ku guhertine. Êdî nikarin bijmêrin navê cih û warên ku lê mane. Her carê dema berê xwe dane cihekî bi hêviya ku wê li wir bimînin, kevirê mala xwe danîne ser hev û tê de star bûne. Lê piştî ewqas sal dîsa koçber bûn li ser axa xwe. Gelê Başûrê Kurdistanê wan bi tenê nahêle. Bi hewara wan ve tên. Êdî kê çi bêje bila bêje Kurd yêkîtiya netewî ji av û axê zêdetir girîng dibînin. Ji bo xwe. Tu dema dikevî hewşa mizgeftê xwarin, cil û ji her tiştî girîngtir hêza manevî a gelê Başûrê Kurdistanê li ber cavan diyar dibe.
Ev gelê penaber di van mizgeftan de şerê jiyana bêrehim a vê serdemê didin. Ti tişt ji hêza wan ya moralê kêm nake, li gel ewçend mexduriyetan. Ya herî girîng jî têkîliya wan ya gerim di navbera wan de bû. Kêfxwaşî û êşên xwe bi hevre parve dikin. Hemû karên xwe bi hevre dikin, li kêleka hev radizên, li tenişta hev rûdinên û xwarinê dixwen. Kesî bi xwe re qurûşek jî ranekiriye û nehaniye. Hema malên xwe wusa hiştine û hatine. Û li bendê ne carekedin wargehek nû ava bikin.
Malbata hevala Denîz Firat jî li wir bûn. Em çûne gel wan û me bernameyek bi wan re çêkir. Dema dayîka Denîz çav bi me û kamerayên di destê me de ket, da ber giriyê û wuha ji me re got: “kameraya Denîz li nav Mexmûrê bicih ma, divê hûn wê ji erdê nehêlin!” ev yek ji me hemû rojnamevanan re wek fermanekê ye. Denîz ji bo ku êdî bi hezaran malbatên wek malbata wê êşê nekêşin, şev û roj bêrawestan kar dikir. Ew karkerê hest û felsefeya azadiyê bû ji bo ku bigihêne hemû cihanê. Min îro dîsa ji bo wê fotoyên zarokên Mexmûrê kişand û bi we re parve dikim. Ew zarokên tekoşîna Denîze û emanetên wê ne…