Merasîma bibîranînê li salona Eurosaalê pêk hat û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Di merasîma bibîranînê de dayika Lewcan Munzur Ayten Sunger axivî û got, “Di şexsê roniya çavên xwe Lewcan û Çekdar de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê û şoreşa cîhanê bi bîr tînim. Bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînim.” Ayten Sunger got, “Dema Mehmet Tûnç gotinên Seyîd Riza anîn bîra me, eger hingê me erd bihejanda, em ê bêhtir nêzî azadiyê bûna û hîn bêhtir şehadetan wê rûnedana.”
‘Ez dixwazim dayika min hevrêya min be‘
Sunger gotineke kurt a kekê Lewcan Egîd bi bîr xist, ku beriya tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibe îfade kiribû û got, “Dema kekê wî tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, min xwest bibim asteng. Ez li pêşiya wî sekinîm, lê kekê wî ev tişt ji min re got, ‘dayê, eger ya hemberî min dîwar be ez ê wî dîwarî qul bikim û biçim. Ez dixwazim dayika min alîgira min be, hevrêya min be, ne dijbera min’. Piştî vê gotina kurê min, min ev soz da wî; heta ev can hebe, heta ez nefesê bistînim ez ê bi te re bim, ez ê xwedî li doza hevrêyên te derkevim.”
Dayik Ayten Sunger bibîr xist, ku piştî 17 salan Egîd û Lecwan li çiyayên Dersîmê hev dîtin û got, Lewcan piştî ku vegeriya her tim ket nava lêgerîn û lêpirsînekê û di dawiya dawî de biryara tevlîbûnê da.
Ayten Sunger li ser navê hemû malbatên şehîdan bang li gelê Kurd kir û got, “Dema Mehmet Tûnç gotinên Seyîd Riza anîn bîra me, eger hingê me erd bihejanda, em ê hê bêhtir nêzî azadiyê bûna. Wê hîn bêhtir şehadet çênebûna.”
‘Em deyndarê wan in’
Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman axivî û di şexsê Lecwan û Çekdar de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn. Kahraman da xuyakirin, tevî ku Lecwan li vir ji dayik bûye, bi hesreta welêt bû û got, “Divê em armancên wan ên nîvco man e, temam bikin. Em deyndarê wan in. Em careke din sozê didin wan, heta bicihanîna armancên wan em ê nesekinin.”
KOLN