Heyeta jinan a navneteweyî, ji bo rewşa gelê Efrînê lêkolîn bike li Şehba û Şêrewa geriya. Heyetê li ser lêkolîn û daxwazên xwe daxuyaniyek da. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe ji bo dagirkirinê êriş birin ser Efrînê, bi sed hezaran Efrînî ji neçarî koçberî Şehba û Şêrewa bûn. Efrîniyên ku li van herêman bi cih bûne, di nava şert û mercên giran de dijîn. Çar doktorên li Elmanyayê di saziyên cuda de cih digirin, li Şehba û Şêrewayê lêkolîn kirin. Dr. Swantje Illig, endama saziya mirovên nabînin û komeleya Xiristiyan Daniela Nischik, Silvia Hauffe û Berdevka Komîtya Tenduristî û Saziya Tenduristiyê ya Cihanê ya ser bi meclîsa Partiya Çep a Elman Sylvia Gabelman, ji bo lêkolînkirina rewşa penaberên ji Efrînê koçber bûyî, çûn Şehba û Şêrewa. Bes çekan bidin Elmanya Heyetê piştî çavdêriya sê rojan, tevî Kongreya Star li kampa Berxwedan a Şehbayê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist. Dr. Swantje Illig di daxuyaniyê de bal kişand ser pirsgirêk û trajediyên ku bi ser penaberên ji Efrînê ve hatine û bang li Elmanya û hemû dewletên NATO’yê yên alîkariya çekan bi Tirkiyeyê re dikin kir da ku tavilê bes alîkariyê bidin Tirkiyeyê. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo lêkolînkirina rewşa penaberên Efrînê em hatin û me gelek çîrokên trajîk bihîstin. Me bihîst ku bûyerên şidetê û windakirinê rû dane. Em dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin ku mafên mirovan û hiqûqê bin pê dikin. Bi taybetî îro roja rizgariya cihanê ji faşîzma Elman e. Em dewletên NATO’yê û Elmanyayê ji ber alîkariya ku didin dewleta Tirk, şermezar dikin. Em piştgiriyê didin daxwaza gelê Efrînê ku dixwaze bi rengekî ewle vegere Efrînê.” UNHCR bila destekê bide Dr. Swantje Illig îşaret bi alîkariya tenduristî ya bi lezgînî kir û wiha pê de çû: “Em dixwazin penaberên Efrînê li nava raya giştî ya navneteweyî weke penaber bên dîtin û destek ji wan re bê dayin. Em dixwazin saziyên weke UNHCR destekê bidin van penaberan. Pêwîst e, alîkariya çekan a ji dewleta Tirk re derhal bisekine.” Banga li jinan Di dawiya daxuyaniyê de ji heyetên çavdêriyê yên navneteweyî û çapemeniyê hate xwestin ku biçin Efrînê û bang li hemû jinan hate kirin ku ji bo Efrînê rabin ser piyan.  ANHA/ŞEHBA