Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di bernameya Analîz a Stêrk TV de axivî. Karayilan der barê DAIŞ de nirxandin kir û got; “DAIŞ ne bihêz bû, lê hat bihêzkirin” û ev nirxandin kirin: “Bi taybet êrîşa ku li hember Mûsilê pêk anî her kesî temaşe kir. Ne mimkun e hêzên hegemonîk ji vê ne agahdar bin. Îstixbarata wan pêş ketiye, teknolojiya wan bihêz e. Ango her tiştî dinirxînin. Lê li hember êrîşên DAIŞ bêdeng man. Li gor me armanca wan ew e ku di navbera gelên herêmê de şer kûr bikin, nakokiyan zêde bikin. Dixwazin gelê herêmê belav bibe, xwîn bê rijandin û bi vî awayî li gor xwe dizayn bikin."

Koma pêşî hat girtin

Karayilan destnîşan kir ku DAIŞ parçeyek projeya hêzên navnetewî ye, lewma hat bihêzkirin. Nirxandinên Karayilan wiha dewam dike: "Eger hêzên Kurdistanî, hêzên Başûrên Kurdistanê bersiveke erênî dabana, dibe ku DAIŞ îro ev derfet bi dest nexistibana. Me got, 'Em amade ne Şengal biparêzin, Kerkûk û Mexmûr biparêzin.' Me hem bangawazî kir û hem jî hevalên me yên pêwendiyên derve çûn di hevdîtinan de pêşniyar kirin, lê qebûl nekirin. Eger di vê mijarê de hin tedbîr hatibana girtin wisa nedibû. Komeke pispor, komeke ji bo hin amadekariyan bike me şand Şengalê. Lê belê pêşmerge ji van agahdar bûn, ji wan 3 hevalên me girtin. Berî niha 20 rojan girtin, lê hê bernedane. Li gor agahiyên me girtin li zîndana Duhokê tên girtin. Ez niha ji berpirsiyarên wir pirs dikim, ey berpirsiyar te ew mirov girtin û te dest ji Şengalê berda, te Şengal berda lê te ew bernedan. Çima hatibûn wir, ji bo piştgiriyê bidin we hatibûn wir. Ji bo Şengal biparêzin hatibûn wir.”

Şengal ne ji rêzê ye

Karayilan derbarê girîngiya Şengalê de jî wiha got: “Şengal cihê ruhê Kurditiyê ye. Em nikarin navendeke wiha diyarê Derwêşê Evdê ji çeteyan re bihêlin. Ev nayê qebûlkirin. Gelê me yên li wir pir zehmetî kişand. Şkestinên mezin jiya û ev heq nekirin. Wijdanê mirovan vê qebûl nake. YPG’ê dorpêçkirina Şengalê asteng kirin û herî dawî gihan Şengalê, lê ev ne bes e, hêzeke mezin dixwaze. Divê gelê me vê zanibe ku emê îşev (04.08.2014) li gorî derfetên xwe mudaxele bikin. Emê dest ji Çiyayê Şengalê bernedin. Emê wê li wir bimînin.”

Banga hêzek hevpar
Karayilan axaftina xwe wiha domand: “Em fermandariyeke hevpar ava bikin. Em amadekariyan dikin. Di serî de Şengal her cihê DAIŞ dagir kiriye em wan ji wir derxin. Ev mimkun e. Em amade ne her cure fedakariyan bikin. Em dikarin bi awayekî bi lez Şengalê azad bikin. Lê eger ew nebe jî em wek gerîla li wir in. Emê destûr nedin DAIŞ li wir tiştên bixwaze bike. Birayên me yên Başûr, fermandariya pêşmerge dikare li gel me be. Teknîka di destê wan de zêde ye. Çekên wan ên giran hene. Em dikarin hêzeke mezin derxin holê. Çawa em xwedî li Kobanê derketin divê em xwedî li Şengalê jî derkevin. Ez bang li gelê Kurdistan jî dikim çawa me got xwedî li Kobanê derkevin, niha jî em dibêjin xwedî li Şengalê derkevin. Koban û Şengal heman tişt e. Sînor êdî bê wate bûne. Emê destûr nedin kes bi lingên xwe yên qirêj pêl van xakan bikin. Divê em platformeke navneteweyî ava bikin. Em vê ava bikin ku fermana 73. li hemberî gelê me yê Êzidî pêk neyê. Divê YPG, gerîla û pêşmerge bibe yek. Ev daxwaza me ye.”

Gerîla li Şengalê ye

Piştî ku endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ragihand ku PKK wê dest li rewşa Şengalê werde, bi dehan gerîlayên HPG û YJA STAR'ê, ji bo xwe bigihînin Şengalê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ketin ser rê. Gerîlayên bi coş û heyecaneke mezin ketin ser rê destnîşan kirin ku li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, ew amade ne nirx destketiyên gelê Kurd biparêz in û anîn ziman, ku ew xwedî vê hêz û ezmûnê ne. Gerîlayan, piştî govenda bi hevalên xwe re li ser riya Şengalê gerandin, bi dirûşme û tilîliyan ketin ser riya Şengalê.

NAVENDA NÛÇEYAN