Heyeta BDP'ê ya 2 roj berê ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rayedarên KCK'ê re nîvîsî, çûn Qendîlê pêr şevê din saet di 21.00'an de vegeriyan Hewlêrê. Heyeta BDP'ê ya ji Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder pêk tê li bendêne ku demekê li herêm bibînin û hinek hevdîtina bikin.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî hevdîtina Qendîlê de daxuyaniyekî kin da û diyar kir ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi destê xwe nîvîsî wan bi destên xwe teslîmî rêveberên KCK'ê kirin. Demîrtaş, anî ziman ku nêzî rojekê wan bi rayedarên KCK'ê re nîqaş meşandin û têkildarî hevdîtinê de wiha got: “Em hevdîtina li Girava Îmraliyê bi Birêz Ocalan re pêk anî bi devkî ji wan re ragihand. Em hevî û gumanên Birêz Ocalan ên têkildarî pêvajoyê de bi wan re parve kir. Ya din jî em nameyên bi dest hatin nîvîsîn me teslîmî wan kir. Ewê di nava 2-3 rojan de nirxandinên xwe bikin. Wê bersivekê ji nameyê re binîvîsin. 3 an jî 4 roj şunda name wê bi riya heyata me bigihije Birêz Ocalan."
Demîrtaş, çavdêriya li Qendîlê jî wiha vegot: "Li vir me di nêzîkahiyên rayedarên KCK'ê yên me pê re hevdîtin kirin ev yek dît. Geşedanan gelek cidî bi dest digirin û dişopînin û nîqaşan gelek cidî dinirxînin. Gelek qîmetê nîşanî bang, nêzîkahî û pêşniyarên Birêz Ocalan dikin. Erê niha nîqaşek bi hêvî tê meşandin. Ev kar hêsan nabe. KCK ji bo biryardayînê ne rihet e û ev yek di hevdîtinan de derket holê. Lê di dawiyê de biryara xwe wê bibin."

Ji bo pêvajo zelal bibe

Demîrtaş, da zanîn ku ew weke BDP hem li Îmraliyê bi Ocalan re, hem bi rayedarên hikûmetê re û hem jî bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinan dikin û di nava 3 aliyan de trafîkekê dimeşînin. Demîrtaş, bilêv kir ku ew amadene ku ji hemû derdorên têkildarî pêvajoyê de agahiyan bixwazin bibin. Demîrtaş, destnîşan kir ku agahdariyekî wisa ya parlamentoyê gelek girîng e û wiha pê de çû: "Em vê yekê ji ber vê sedemê girîng dibînin. Ev pirsgirêka hikûmetê ya pêvajoyê dimeşîn e. Lê em weke BDP ji bo pêvajo rewa bibe û zelal bibe û piştgiriya hemû partiyan bigirin girîng e." 

DÎHA/HEWLÊR




‘Piştî bersivê emê biçin Îmraliyê’


Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Buldan ku di her sê heyetên BDP’ê yên ku çûn Îmraliyê de cih girt, ji bo nameya Ocalan bigihîne rayedarên Kurd ên li Ewropayê çû Brukselê û li wir tevlî bernameyek a Nûçe TV bû.
Buldan, diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rêveberiya KCK’ê nameyek nû nivîsandiye û hevserokê wan Demîrtaş û parlementer Sirri Sureya Onder name birine Qendîlê.
Li gorî agahiyên ku Buldan dane, piştî ku KCK’ê bersiva nameya Ocalan şand wê heyeta pêncemîn a BDPê dîsa biçe Îmraliyê.  Pervîn Buldan diyar kir  ku  Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd planekî ji sê merheleyan amade kiriye û berfirehiya vê planê di nameyên xwe de nivîsandiye. Li gorî vê yekê, di merheleya yekemîn de sazkirina komîsyona aqilmendan û pêve girêdayî sazkirina komîsyona hiqûqê.
Pervîn Buldan destnîşan kir ku, sazkirina vê komîsyonê wê di rojên pêş de were rojevê û her wiha bal kişand ser hewldanên sazkirina komîsyona lêkolînê ya li Meclîsê û zimanê AKPê yê derbarê vê mijarê de jî rexne kir. 

BRUKSEL