Qey bavo dil gelekî no ye
min nedî ku dil zora aqil dibe li dinê
wê şevê xew nekete çavê xanimê
dil û aqil hevdû avêtin ber qapanê, ber mêzînê;
mîratê dil zora aqil bir bi duwanzdeh grama”
(Ji strana Fatma Salih Axa)
Fatma Salih Axa ji Mihemedê şivan hez dike. Têkoşîna qîza axê ya di navbera statuya xwe ya jorîn û hezkirina xwe ya ji bo şivanê asta jêr de bi van gotinan tên bilêv kirin.
Dil û aqil di jiyan û dema biryardayîna keseyata Kurd de her didin ber hev. Rêya di aqil re derbas dibe, hêsan e, encamên bi êş nayîne lê mirov jî ne bextewar û şa ye. Rêya di dil re derbas dibe tije xeter e, mîna bextewariyê, trajedî jî di encamê li bendê ye. Lê belê têkoşîn, zehmetî heta bi êş û azar ên dema têkoşîna ji bo evînê tên dayin jî pîroz in. Lewra mirovên xwedî evînên mezin ên bûne lehengên stranan, tim dilê wan zora aqil biriye. Baş e ku wisa jî bûye; naxwe ev çanda qedîm û lehengî ya di rêya evîn û azadiyê de ji me re mîras nedima…
Ev mînaka li jor bi wê mabestê ye ku “DIL” di çand, ziman û jiyana Kurdan de binirxînim. Lewra Kurd mirovên xwedî dil in, xwedî hestên kûr in. Navlêkirin û ravekirina Kurdan a jiyan, hest û têkiliyên mirovahî ji yên civakên din û zimanê wan civakan cudatir e. Di evîn û jiyanê de, di têkiliyên mirovahî û rojane de ‘dil’ mîna peyvekê ye ku ji her peyvên din zêtir tê bi kar anîn. Mirovê Kurd bi dilê xwe dibîne, bi dilê xwe dibihîze, bi dilê xwe hîs dike, hêrs dibe, bi dilê xwe têr û birçî dibe û bi dilê xwe wateyê dide hemû tiştên jiyanê.
Gotina di straneke Kurdî de ya mîna, “min bi çavan tu dîtî, bi dilê xwe tu nas kirî” tê wateya ku çav ji bo dîtinê lê dil ji bo naskirinê ye. Dîsa mînaka strana ‘Canda’ ya mîna “Tirsim ya dil bêjim hinan, ew dil li ba min tine” balkêş e. “Ya dil’ sir an raz a mirov e, di beşa “ew dil li ba min tine” jî dil bi wateya cesaretê tê gotin.
Gelo di zimanekî din de dudiliya evîndarê ya di navbera çûn û manê de kes dikare ji şahê dengbêjan Şakiro xweştir bibêje û gelo bêyî peyva "dil" wateya strana "dîlber dînê-xezal" wê hevqasî kûr bûna:
"Çavê xezala min li revê bû,
dilê xezala min li seknê bû"
Dil hertişt e
Dîsa di gelek zimanan de tiştên bi mîdê, bi mêjî, bi çavan, bi ziman, bi organên din ên mirovan tên hîskirin û vegotin li gel Kurdan bi dil tên îfadekirin. Bi dehan, bi sedan mînak dikarin werin dayin: Ser dil girtin, ber dil girtin, dil xweş kirin, bi dil bûn, dil hebûn, dil ketin, dudilîbûn, jidilîbûn, dilsozî, dil nehiştin, dil xirab, dil lihevketin-rabûn, dil şewitîn, bê dilê xwe, dil girtin, dil xweşkirin, dil bijîn, dilman, dilsar, dil şikestin, dil pê re bûn, dil pêve bûn, dil pitpitîn, dil xwestin, dil lêxistin, dilê awil (evîna yekemîn), dil êşandin, dil hiştin, dil ranegirtin, diltenik, di dil re derbasbûn (niqûtîna dil), dilxwaz, dil rûniştin, dilovan, dil bi kovan, dilfireh, dilgerm, dil guhestin, dilnaz, dilşad, dilnişm, dilpak, dilpêt, dilpola, dil bi rehm, dilrevîn, diltêr, dil waswasok, dil xweşkirin, dilzîz, dilnizm, dil bi dil û hwd.
Şûşa dil heye
Di çand û zimanê Kurdan de dil mîna camekê jî tê binavkirin. Ango şûşeya dil heye. Dema biwêja “şûşeya dil şikest” hate gotin divê mirov bizanibe ew kes gelekî êşiyaye û çawa şûşeyeke camî şikest ji hev belav dibe û ti caran mîna berê nabe, dilê wî mirovî jî ti caran mîna berê nacebirê û tamîr nabe.
Di Kurdiya resen de, stran û jiyana rojane ya Kurdan de sekn, helwêst, tevger û pêngav tev bi dil hatine îfade kirin.
Kes û dil yek e. Yanî gelek caran di gelek gotinên pêşiyan û biwêjan de li dewsa kesê/a mijara gotinê “dil” tê bikar anîn: “Dilê tirsonek timî dikute, Dilê tirsonek sînga gewr nabîne”, “Dil, ne sifre ye ku mirov li ber hemûyan veke”, “Derdê dilekî, ji barê deh mîlan girantir e”, “Bila dil bi dil be, tûrê parsê li mil be.”
Dil ê Babe Tahir û Cegerxwîn
Pîrê helbesta Kurdî, Babe Tahirê Uryan jî di helbestan de dil li dewsa her tiştî bi cîh kiriye. Dil mirov e, dil kesayet e, dil evîn e, dil evîndar e, yanî dil her tişt e û gelek çarikên wî wisa dest pê dikin:
“Dilê şad agah ji dilê jar nîne
Ku azad ji dîlî agahdar nîne.”,
“Dilêm ji derdê te herdem xemîn e”
Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e”
“Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse”
Lê belê çarîn a Baba Tahir a herî zêde bandor li min kir ew e ku “dil û dîlber tevlîhev dibîne”:
Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye
Gulfiroş e; gul bi dil dide
Piştî Babe Tahir ê Uryan nêzî 900 salan, hostayekî din ê peyv û helbesta Kurdî bi tîpên zêrîn navê xwe li dîrokê nivîsî Cegerxwîn bû. Her helbesta Cegerxwîn ji bo hişyarbûn û xwenaskirina Kurdan, bindestan watedar e. Lê belê herî zêde jî min ji helbesta wî Gulfiroş hez kir ku “gul û dil” qiyas dike:
Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
Gul bi dil didî.
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
Gul bi dil bidî.
Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî.
Can û dil didî.
Min go kî didî, can û dil bi gul,
Go: ev bazar e, dil bi kul didî.
Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
Dil bi gul didî.