Weşênan J&J’ê bêyî destûr hejmarên kovara Hawarê û rojnameya Kurdistanê çap kirin. Tenê di pêşeka pirtûka hejmarên rojnameyê de hatiye diyarkirin ku 2 hejmarên rojnameya Kurdistanê bi destûra nivîskar Malmîsanij hatine weşandin.
KADRÎ ESEN / e-rojname/ AMED
Weşanxaneya J&J’ê di 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî û 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de hemû hejmarên kovara Hawar û rojnameya Kurdistanê berhev kiribûn û wek 2 pirtûkan weşandibûn.
Lê derket holê ku weşanxaneyê di berhevkirina hemû hejmarên kovar û rojnameyê de serî li întîhalê (Bêyî destûr û ango bêyî nîşandina çavkaniyê, weşandina vegotin, nûvedan û fikirên hin kesên din) daye û xebata Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ya li ser kovarê û ya nivîskarê Kurd Mehmed Emîn Bozarslan a li ser rojnameyê weşandine.
Weşanxaneyê hem ji bo pirtûka hejmarên kovarê û hem jî ji bo pirtûka hejmarên rojnameyê heman pêşek û pêşgotin nivîsandine. Lê li gel ku mijar û naverokên wan cuda ne jî pêşekên her du pirtûkan jî heman pêşek e. Di pêşek û pêşgotinan de qala armanca weşandina pirtûkan hatiye kirin lê qet nehatiye destnîşankirin ku hejmarên kovar û rojnameyê ji kîjan nîvîskar û saziyan hatine wergirtin. Tenê di pêşeka pirtûka hejmarên rojnameyê de hatiye diyarkirin ku 2 hejmarên Kurdistanê bi destûra nivîskar Malmîsanij hatine weşandin.
‚Me kêmasî kiriye’
Têkildarî mijarê me xwe gihand Xwedî û Berpirsê Weşanxaneya J&J’ê Azad Zal û mijar jê pirsî. Zal diyar kir ku bêyî destûra Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hejmarên Hawarê weşandine û got: “Di vî warî de me kêmasî kiriye û destûr ji enstîtuyê nexwestiye. Ji ber ku em wek malê gel nêzî Hawarê dibin me destûr nexwest.” Zal têkildarî hejmarên Kurdistanê jî anî zimên ku ji ber ku rojnameya Kurdistanê mijara teza akademîk a edîtorê wan Ahmed Kanî ye ew weşandine.
Çend mînakên întihalê
Di wêjeya Kurdî de ev ne cara yekemîn e ku întihal tê kirin. Beriya niha nîvîskar Mehmed Ûzûn jî di romana xwe ya bi navê “Tu” de serî li întihalê dabû û hin beşên di Hawar û pirtûkên rewşenbîrên Kurd ên mîna Kamûran Bedîrxan, Nûretîn Zaza, Zinar Silopî û Îhsan Nûrî Paşa wergirtibûn û bêyî guhertin ew xistibûn romana xwe. Her wiha nivîskar Sîdar Jîr jî beriya çend salan çîrokeke nivîskarê emerîkî Sherwood Anderson a bi navê “Hebîn Kaxizî” ku ji aliyê nivîskar Ergîn Opengîn ji Ingilîzî ji bo Kurdî hatibû wergerandin, întihal kiribû û di pirtûka bi navê “Mêrikê Lal” a Anderson de ku wergerandibû Kurdî bi kar anîbû.
Ev sûc tê hesibandin
Ji xeynî nivîskarên Kurd gelek nivîskarên neteweyên din jî serî li întîhalê didin. Lê di berhemên wêjehî û zanîstî de întihal wek sûc tê hesibandin û di dîrokê de ji ber întihalkirinê gelek xebatên akademîk hatine betalkirin. Wek mînak di 2011’an de Wezirê Parastinê yê Elmanyayê Karl Theodor Zu Guttenberg ku hatibû tespîtkirin di teza xwe ya doktorayê de serî li întihalê daye, ji wezîrtiyê îstîfa kiribû û teza wî jî hatibû betalkirin. Her wiha rektorê Zanîngeha Stenbolê Kemal Alemdaroglu jî ji ber ku di pirtûkeke xwe de serî li întihalê dabû, di 2004’an de ji rektoriya zanîngehê hatibû avêtin û ceza xwaribû.