Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê bi filma Bîrê dest pê kir. Piştî filmê Hevseroka Giştî ya ÎHD´ê parêzer Eren Keskîn got, “Di van rojan de yên welat birêve dibin, dibêjin, Kurdistan tine ye. Kurdistan ev e me di vê filmê de dît.“

Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê bi pêşandana filma Bîr dest pê kir. Film li ser serpêhatiya 4 jê piçûk 7 welatiyan e ku bi darê zorê di 1995’an de li Navçeya Mêrdînê Kerboranê dewleta Tirk ew winda kirin. Piştî pêşandana filmê, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û got, “Di van rojan de yên welat birêve dibin, dibêjin, Kurdistan tine ye. Kurdistan ev e me di vê filmê de dît.”

Bi pêşengiya Sînemaya Mezopotamyayê festîval wê heta 10’ê Adarê Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê bê lidarxistin. Mihrîcanê li Salona Şanoya Kenter a li Harbiyeyê dest pê kir. Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, nivîskar Faîk Bulut, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û bi sedan hunerhez beşdarî despêkirina mihrîcanê bûn.

Li dijî yekrengiyê berxwedan

Axaftina destpêkê ya mihrîcanê jî sînemager Îlhan Bakir kir û got, ew di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin: “Zextan li civakê dikin. Kenê li ser rûyê mirovan hatiye jê birin. Heke civakekê kenê xwe ji bîr kiribe, êdî ew civak nikare bijî. Charlie Chaplin dibêje ‘roja bê tîqetîq ew ne roj e.’ Ji ber vê yekê tîqetîq û kenandin çalakiyeke şoreşgerî ye. Li dijî zêhniyeta yekperestî, berxwedaneke dîrokî heye. Em berxwedana Leyla Guven û hemû kesên li ber xwe didin, silav dikin. Em ê jî wek hunermendên Kurd bi hunerê xwe li dijî zêhniyeta yekperestî li ber xwe bidin.”

Filma Bîra Kurdistanê

Piştî axaftina Îlhan Bakir, Koma MA Muzîkê derket ser dikê û stran gotin. Bi dû şahiya stranan re belgefilma Bîr a ku Veysî Altay derhêneriya wê kiriye, hat nîşandan. Belgefilm behsa serpêhatiya 4 jê piçûk 7 welatiyan dike ku hêzên çekdarî yên dewleta Tirk li Navçeya Mêrdînê Kerborana ew revandin û winda kirin. Di belgefilmê de malbat herî dawî xwe digihîne hestiyên van mirovan.

‘Greva birçîbûnê nabînin’ 

Ji malbatên ku serpêhatiya wan bû mijara vê filmê jî, li ser navê wan, Husniye Baykara axivî û got: “Em wek malbatên Kurd her tim di nava êşê de bûn. Em berxwedana Leyla Guven jî silav dikin. Medya Tirk ji xwe nûçeyên li ser çalakiyê naweşîne. Lê Fox TV a ku îdîa dike dengê gel e, ev çawa çê dibe ku 119 (îro 121) roj in, çalakî didome, lê ew wê nîşan nade.“

Di dawiyê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî axivî û got: “Yên ku îro welat birêve dibin, dibêjin Kurditan nîne. Yên Kurdistanê dixwazin bila biçin Bakurê Iraqê. Lê Kurdistan ev e, me di vê filmê de dît. Kurdistan jî tam di nava me de ye û di dilê me de ye. Dixwazin qirrkirina 1915’an (a li dijî ne Mislmanan) li dijî muxalifan (îro) pêk bînin. Windayên Kerboranê mînakeke gelek girîng e. Kurdistan bi gorên komî û hestiyên mirovan tê nasîn.”

Bi giştî 33 film wê bên nîşandan 

Di festîvala heta 10’ê Adarê de bi giştî dê 33 film bên nîşandan. Di nava van filman de ji Ewrûpayê jî filmek hatiye bijartin; ew jî filma Zagros a derhêner Sahim Omar Kalifa (Sahîm Omer Xelîfe) ye ku li Belçîkayê weke ji produksiyonên herî serketî yîn sala 2018´an tê qebûlkirin.

 

 MA / STENBOL