Beriya du rojan salvegera yekem a jêrzemîna duyem a berxwedana Cizîrê bû. Bi pêşengiya Mehmet Tunç û Asiya Yuksel, 2015’an berxwedana Cizîrê kete qonaxek nû. Rêveberiyên xweser, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bûn beyana vîna gel. Lê dewleta ku liser înkar û îmhaya Kurd saz bûye, ev beyan bi êrişên qirkirinê pêşwazî kir û bi dehan ciwan, di jêrzemînên berxwedanê de hovane qetil kirin. Ev hovîtî, li pêş çavên cîhanê pêk hat... Lê Mehmet Tunç gotina berxwedanê got, ku besî têkbirina her zilmê bû.
‘Me serî netewand, bi me serbilind bin’.
Elbet dema rojev dibe dagirkeriya li Kurdistanê, rewşek dîrokî dibe mijara gotinê. Lê li gel vê rewşek civakî û ruhî jî afirandiye. Hele li bakurê Kurdistanê pergala înkar û îmhayê a qirker hîn hişk û dijwar e. Dîroka KomaraTirk, dîroka dagirkirin û qirkirina Kurdan e. Ev pergal di serî de Kurdê mirî dixwaze, Kurdê serî tewandî û teslîmbûyî.
Lê ji roja pêşî ya vê komarê ve, rewşeke din a serhildan û berxwedanê heye ku Kurdan bergiriya rûmetê kir, divê ev jî were gotin. Ev bergirî bi tevgera Apoyî re, bû têkoşînek bê eman a li dijî pergala qirkirnê. Ji destpêka tevgera Apoyî heya 1980’an demek sazbûn û berbelavbûnê ye ji bo Apoyiyan û dema digeha berxwedana li dijî faşîzma 12’ê Îlona 1980’an PKK digehe qonaxek din. Tevgera gerîla û şerê çekdarî yê li dijî dagirkeriyê jî li li ser vî hîmî pêkan bû. Ev qonaxa giring, li Botanê xwe rêxist û mezin bû. Ref bi ref bi sedan ciwanên Botanê tevlî tevgera Apoyî bûn. Li Çiyayê Cûdî, Gabar, Besta, Herekol û Kêla Memê ciwanên Botanê doza rizgarbûnê ji dagirkeriyê kir. Ev doz, di eniya gel de, li Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê bû serhildana gel û pijiqî hemû Kurdistanê. Di serî de Cizîr, li gund û bajarên Botanê tevgera Apoyî bi vî rengî bû çand û jiyan.
Dewleta Tirk a dagirker, ber bi dawiya 2014’an di civînekê de pîlanek çêkir. Pîlana ku di civîna desteya ewlekariya Tirk a millî de eşkere bû, qirkirina Kurd vê carê hîn şênber kiribû.
Dewletê dixwest di serî de Botan, herêmên ku bûne bingeh û hêlîna tevgerê ji binî de tine bike. Pîlana dagirkeriyê, a binavê têkbirinê, ne tenê tinekirina fîzîkî, her wiha tinekirina çandî û civakî jî armanc dikir. Tam di vê qonaxê de, havîna 2015’an weke bersiveke vê pîlanê, li Bakur qonaxa berxwedana gel dest pê kir. Li gelek navçe û bajaran, gelê Kurd vîna xwe di bin navê rêveberiyên xweser de ragihand. Berxwedana li Cûdî û Gabarê, li Cizîr, Şirnex û Silopya şax da. Lewma pîlana dewletê, li gund û bajarên Botanê, ne hêsan bû pêk were. Ji bo bikare bi ser keve, diviyabû, wê vîna gel a ji pola ku bi tevgera Apoyî mezin bûyî, ji holê rake. Gelê Botanê, li Cizîr, Şirnex, Silopî û Hezexê rêveberiyên xweser ragihand. Rêveberiyên xweser, serîrakirina li dijî hebûna dewletê ya li Kurdistanê bû ku vê pergala dixwest serî bide tewandin û teslîm bigire. Lê gel, eşkere kir ku ew naxwaze bi dewleta kujerê xwe re bijî.
Pêvajoya çareseriya demokratîk ku rêberê gelê Kurd Ocalan dest pê kir û pêşxist, AKP û siyaseta wê ya qirêj têk bir. Lewra piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê guman nemabû ji pîlana Erdogan a qirkirinê re. Erdogan ku di hilbijartinan de têkçûbû, dê êriş bikira û ev pîlana têkbirinê xist dewrê. Li dijî vê rêveberiyên xweser qonaxek nû ya çareseriyê bû...Çareseriya bi dewletê re êdî pêkan xuya nedikir, lewma di pêşengiya ciwanan de, gelê Kurd çareseriya xwe weke rêya sêyem ferz dikir. Ji bo Kurdan rêya çareseriyê, rêya sêyem vebûbû. Çawa ku li Rojava, rêya sêyem bûbû şoreşa gel, li Bakûr jî gava vê hatibû avêtin.
Û di pêşengiya Mehmet Tunç û Asya Yukselan de li Cizîra Botan di serîde Meclîs û komîn hatin damezrandin. Pergala xweseriyê kolan bi kolan hat hûnan. Dema dewletê windakirina xwe ya mezin dît, wê demê dest bi êrişên qirkirinê kir û Cizîr cardin bû qada berxwedanek dîrokî. Mehmet Tunç û Asyayan li dijî van êrişan nêzî 3 mehan li ber xwe dan. Êriş çend dijwar bûn, berxwedan deh qat bi heybet bû. Di rojên dawî yên berxwedanê de, Mehmet Tunç bi wî dengê xwe yê ji pola, giha me. Bê dudilî, bi hêvî û armanc, bi sekna Mazlum û Kemalan faşîzma Erdogan li wir têk bir. Mehmet dema digot, ‘Me serî netewand bi me serbilind bin, hem zordestî û hovîtiya li Cizîrê dianî ziman, hem jî li hemberî vê hovîtiyê îşaret bi berxwedana bi sedan ciwan a bêhempa û bi heybet dikir. Lewma Cizîra Mehmet Tunç û Asya Yukselan ji mere rûpelek nû di vê serdema şoreşê de vekir. Çi dibe bila bibe, çi dikin bila bikin, jiyan tenê wê li ser vê axê bi azadî were jiyîn.
Mehmet Tunç û hevalên xwe doza vê kirin û rêça vê vekirin. Bê gûman eger qala pêşengên gel were kirin, ew bûn pêşengên gel yên Şoreş û berxwedanê...
Lewma tevî bajarên hatine wêrankirin û bi sedan berdêlên giran, ya ku têk çûyî li Cizîra Botan dagirkerî bû. Ew pergala qirkirinê bû ku sax an jî mirî, Kurdê bê rûmet û serî tewandî dixwaze. Mehmet û Asyayan tam jî ev pergal têk birin. Û ew pergal dibin xirbeyên Cizîrê de ma. Piştî salekê an jî sed salekê, Kurd wê her tim bi wê berxwedana rûmet û mirovahiyê serbilind bin...