YPJ: Piştî rizgarkirina Dêrazorê armanca me rizgarkirina Efrînê ye. Em Efrînê bi tenê nahêlin. Niha ji bo rizgarkirina Efrînê em xwe amade dikin û çawa me herêmên Bakurê Sûriyeyê rizgar kirin, em ê Efrînê jî rizgar bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku şervanên wan li gundê El-Baxozê bi pêş ve diçin û 12 nûqteyên xwe ava kirine. Her wiha şervanên YPJ´ê yên li Dêra Zorê li dijî DAIŞ´ê şer dikin, got, armanca wan hildana tola jinên Şengalê ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li derdora El-Sûsê jî bipêşveçûna şervanan didome û bi dehan sivîl hatine rizgarkirin.

 

12 nuqteyên nû

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin; “Li derdora El-Baxoz şer ji pêr êvarî ve heta saetên doh sibê dewam kir. Hêzên me 12 nuqteyên xwe di hundirê El-Baxoz de ava kirin. Her wiha topavêjên Koalîsyona Navneteweyî baregehên bicihkirina çeteyan kirin hedef û rûxandin.

 

Du çeteyan xwe teqand

Li derdora El-Sûse ji saetên (pêr) êvarê ve hêzên me dest bi tevgerê kir û ber bi gund ve çûn. Li wê derê şerê rû bi rû bi çeteyan re derket. Çeteyan rextên bombebarkirî bi kar anîn. Du çeteyan xwe teqand. Di encamê de 2 şervanên me şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Her wiha hêzên me êrişên çeteyan têk birin. Nêzî 2 kîlometre bi pêş ve çûn. 11 nuqte ji çeteyan rizgar kirin û heta niha ew dever tê topbarankirin.”

Hejmara koçberan jî zêde dibe

QSD’ê ragihand ku di encama şerê 24 saetên dawî de li her du aliyan 13 çete hatin kuştin. Her wiha QSD’ê got ev du roj in ku hejmara koçberan jî zêde dibe û hêzên wan gelek sivîl ji herêmên şer rizgar kirin û li kampa Îwa ya li gundê El-Behre bi cih kirine.

 

Ji bo jinên Şengalê

Tugaya Çekên Giran a Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî cihê xwe di çeperên pêşîn de li dijî DAIŞ’ê digire.

Fermandara Tugaya Çekên Giran Jînda Welat got, ew hatine jinan ji zîhniyeta terorîst rizgar bikin û wiha peyivî: “Me wek yekîne soz da şehîdan ku hemû jinan û bi taybetî jinên Şengalê yên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine êşkencekirin û li sûkan hatine firotin, rizgar bikin û niha ew di vê pêngavê de sozên xwe pêk tînin.”

 

Em Efrînê tenê nahêlin

Jînda Welat îşaret bi rizgarkirina Efrînê jî kir û got, “Piştî rizgarkirina Dêrazorê armanca me rizgarkirina Efrînê ye. Em Efrînê bi tenê nahêlin. Niha ji bo rizgarkirina Efrînê em xwe amade dikin û çawa me herêmên Bakurê Sûriyeyê rizgar kirin, em ê Efrînê jî rizgar bikin. Şêniyên Efrînê li hemberî çekên herî bipêşketî li ber xwe dan û berxwedan wê bidome.”

 
 

Dêrazor xwedî li şehîdê xwe derket

   

Xelkê Dêra Zorê şehîdê xwe Zêdan Abdulrehman (Ûsama) oxir kir. Şehîd Ûsama 15`ê Îlonê di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê “Şerê Tunekirina Terorê” de şehîd bûbû.

Xelkê gundewarên rojavayê Dêra Zorê û saziyên civaka sivîl û eskerî beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Zêdan Abdulrehman (Ûsama) bûn.

Soza şopandina rêya şehîdan

Li goristanê rêûresmeke eskerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistin. Paşê bi navê Meclisa Qanûnsaz a Dêra Zorê Merwan El-Fetîh axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, armanca şehîdan ew e ku bigihîjin azadiyê û gelê bindest rizgar bikin. El-Fetîh di axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta azadî û serketinê da.

Paşê wesîqeya şehadetê ji aliyê yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan, Wefa El-Celal ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşm û tilîliyan de hate oxirkirin.

 

ANHA/DÊRA ZORÊ

 
 

Li çeteyên Tirk dan

     

Şervanên Çalakiyên Odeya Xezeba Zeytûnê, li Ezazê li dijî komeke çeteyên Fatîh Sûltan Mehmet ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de herî kêm 5 çete hatin kuştin.

Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê ragihand ku 15’ê Îlonê li gundê Raîl ê ser bi bajarokê Exterîn ê ser bi Ezazê, wan çalakî kiriye.

Odeya Çalakiyan ragihand ku di her du çalakiyan de ji Koma Fatîh Sûltan Mehmet 5 çete hatine kuştin, 8 jî birîndar bûne.

Zaliman ceza dikin

Li gorî ANF’ê, Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê ji 6’ê Îlonê û vir ve herî kêm 5 operasyon li dar xistine. Odeya Çalakiyan bi taybetî çeteyên ku zilmê û zextan li welatiyan dikin, dike hedef û operasyonan bi rê ve dibe.

Endamekî çeteyê Feyleq El-Şamê piştgiriya xwe ji Enqerê digire, 12’ê Îlonê, Amîr El Qetî yê bi ser koma El Cebhe El Şamiye 11’ê Îlonê dîsa çeteyê bi navê Fayzî Salih El Tahe 6’ê Îlonê hatibûn kuştin.

 

EFRÎN