ERSÎN ÇAKSÛ / ANF / SERÊKANIYÊ

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker 9´ê Cothemê bi balafirên şer dest bi êrişa dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji Minbicê heta Dêrikê li qada sînor bersiv da dagirkeran. Jixwe fermandariya Giştî ya QSD'ê beriya çend rojan bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê li hemberî her cûre êrişên dewleta Tirk li tevahiya xeta sînor bersivê bidin. Ji fermandarên Eniya Serêkaniyê ya QSD'ê Baz Kerkûkî der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana QSD'ê de peyivî û diyar kir, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şer rû nede gelekî hewl da lê belê dewleta Tirk ev yek weke lawaziyê dît û got, "Ji bo rûnedana şer me gelekî hewl da, lê belê ji ber ku wan di şer de israr kirin, em jî bi wezîfeya parastina gelê xwe tevdigerin. Li dijî dagirkerên ku dixwazin welatê me dagir bikin û gelên me êsîr bigirin, me heta niha bi berxwedana xwe derbeke giran li dagirkeran daye."

Ew bi teknîkê em jî bi îradeyê

Fermandar Baz Kerkûkî bi bîr xist ku wan beriya niha ragihandiye wê li seranserê xeta sînor li ber xwe bidin û got, "Hêzên me ji sînorê Minbicê heta Dêrikê li ber xwe didin û bersivê didin dijmin. Hêzên me bi moraleke mezin li ber xwe didin. Morala me mezin e, şervanên me mîna ku govendê bigerînin li ber xwe didin. Dixwazin îradeya me têk bibin. Lê belê em ê nehêlin ku vê yekê bikin. Ew ji teknîka xwe piştrast bin, em jî bi îrade û mafdariya xwe li ber xwe didin. Em ê bi derfetên xwe hemûyan li destketiyên gelê xwe bibin xwedî. Em ê mîna Komara Mahabadê li naverastê nehêlin. Wezîfeya herî mezin a welatparêziyê bi vî rengî ye. Ev yek wezîfeya me hemûyan e. Bila gelê me, Kurd, Ereb, Suryan û tevahiya gelê me zanibin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê destketiyan biparêzin. Em li pey soza xwe ne ku me ji bo parastina gelê xwe dabû gelê xwe."