Luqman GULDIVÊ Gava em berê xwe didin pêvajoya avakirina neteweyê Kurd, em dibînin ku ji fîgurên dîrokî yên mîna Selahedînê Eyûbî qehremanên avaker nehatine avakirin, li şûna wê ew weke antî-qehreman hatine sêwirandin. Tevî ku fikr û hizrên cihê jî hene gotara giştî serwer, wî bêhtir weke antî-qehreman ava dike.

Bîra şexsî û bîra komî, civakî yan jî kolektîf, xwedî hin xislet û tevgerên mîna hev in, yan jî hev bi bîra me dixin. Mirov jiyanekê dijî, lê jiyaneke bi temamî û her kêlî di bîra wî de nîne, jixwe herçî hizra mirovî ye, di wê de gelek kêm tişt hene. Bi her halî em îro di encama lêkolîn û tecrûbeyên sedan salan xwediyê wê zanînê ne ku hem di avakirina nasnameyên şexsî û hem jî di avakirina nasnameyên komî de bîr xwedî dewreke diyarker e. Heta heger mirov bêhtir bide nav dikare bi hêsanî bibêje avaker bi xwe, bi rengekî ji rengan bîr e. Hem bîra şexsî û hem jî bîra komî di avakirina nasnameyên cihê de xwe tenê nasipêre tecrûbeyên ferdekî yan jî yên  komekê yekser. Ev bîra hanê, dikare bîra vegotina endamên malbatê, yên civakê, yên sîstema perwerdeyê, yên komên û civakên cihê be. Ango di rastiyê de bîra encama gotarên cihê be jî. Li vir ez naxwazim zêde bidim nav vê mijarê, û meseleyê li hev biherbilînim, ez ê tercîh bikim, balê bikişînim ser aliyê bîrê yê ku xwe disipêre ser aspekta jibîrkirinê; jixwe em xwe lê daneynin jî, em hemû pê dizanin ku her tişta li bîra me, îşaret bi gelek tiştên jibîrbûyî dike. Bivênevê, di meseleya bîrê de em bi jibîrkirinê re rûbirû dibin. Ev qaîde ji bo kom û civakan jî lê ye.

Heger behsa me jî li ser bîrê be, em di heman demê de behsa amneziya (bîrokebûnê) jî dikin. Bîr, weke avakera nasnameyên ferdî û komî li vir vediguhere bîreke ku bi tercîhan tê avakirin. Bîra ku bi tercîhan tê avakirin jî ew e ku mirov tecrûbeyên ferdî û civakî, dîsa tecrûbeyên bi vegotinan ragihandî (yên nifşên beriya niha, yên nas û xizman, yên heval, dost, dijmin û kes û kusan) û wekî din ”tecrûbeyên” çêkirî yên texeyûla komeke civakî ya taybet (malbat, bavik, eşîr, milet, netewe û wekî din) li parzûnekê dixe û yên ku di wê parzûnê re derbas dibin tê de bi cih dike. Mirov dikare li vir îdîa bike ku ya tê tercîhkirin ne ya ku wê bê bibîranîn e, lê ya ku wê bê jibîrkirin e. Ji ber vê yekê jî zehmet e mirov bibîranîn û jibîrkirinê ji hev bike; lewma herdu jî di zik hev de di nava heman pêvajoyê de hemwext diqewimin.

Avakerên netewe bîrê ava dikin

Di pêvajoyên avakirina netewe de jî ev çerxên avakirina bîrê (yan jî çerxên kewara jibîrkiriyan) diyarker in. Ji bilî mîtên avaker ên neteweyan, ku dikarin bi temamî çêkirî bin yan jî ji mubalexekirin yan jî zêde dramatîzekirina qewmînên bi rastî pêk tên, gelek mîtên ji bo sedem û armancên cihê jî hene ku di nava bîra kolektîf a neteweyî de di çarçoveya avakirina netewe (her wiha ji nû ve avakina wê) de bi dewra xwe radibin. Dîrok, efsane û destanên gelerî ji bo van kewareke baş in ku ku avakerên neteweyan dikarin jê ji xwe re wan mîtên bikêrhatî vejêrin. Ji bo minaqeşeyeke berfireh, ya baş ew e ku em li vir berhemên Anthony D. Smith yên li ser netewe û avakirina wê (National Identity, 1991; Myths and Memories, 1999; Ethno Symbolism and Nationalism: A Cultural Approach, 2009 û yên din) û pirtûka Benedict Anderson a bi navê Imagining Comunities (Texeyulkirina Civakan) salox bidin û berê xwe bidin meseleya xwe.

Qehremanên neteweyî (malbatî, bavikî, eşîrî, qewmî, milî jî) beşeke girîng in ji wan mîtên ku nasnameya neteweyî ava dikin yan jî dewamîbûna wê misoger dikin, bi rengekî ji rengan wê her ji nû ve ava dike. Ev qehreman dikarin ji bo tevahiya netewe bi tesîr bin, dikarin ji bo seferberkirina beşek ji netewe ji bo mijarên diyar bi kêr werin, dikarin ji bo hestên aîdiyetê li cem hin komên netewe yan jî tevahiya netewe peyde bikin; bi her halî ew bi pirranî bi tercîha tevgera/ên siyasî yên pêşeng ên neteweyî hem di dema avakirinê de û hem jî di demên paşê de tên tercîhkirin, gotarên wan tên avakirin û di nava civakê de û bîra civakî de cihê xwe digirin.

Li vir divê em bibêjin ku hin qehremanên neteweyî ji ber hin xisletên di nava civakê de dikarin ewqasî belav bibin ku bivênevê avakerên netewe yan jî veavakerên wê neçar gotarên wan jî li gotarên xwe zêde bikin ji bo ku hêsanîtir hisa kolektîfbûnê bi endamên wî neteweyî re çêkin ku tê avakirin yan jî veavakirin.

Ji mîtên, tecrûbeyên dîrokî û têkoşîna yekser dawerivandin

Li vir dema em berê xwe didinê, di asta yekem de qehremanên mîtên kevin ên civakî tên tercîhkirin. Ev qehreman ji nû ve tên avakirin û bîra kolektîfbûna wan û sembolîzma wan jî ji nû ve tê avakirin. Dema ev tê kirin gelek qehremanên din tên tinekirin, jibîrkirin yan jî jêbirin. Di dema serdemên avaker ên civakî de û nexasim jî li vir ji ber ku em behsa netewe dikin, di dema yên neteweyî de hin mirovên pêşeng hene ku hem ji bo tevgera siyasî ya rizgarker yan jî ji bo netewe avaker, dikare bi bibîranîna wan pêşengên neteweyî yan jî hin beşên neteweyî ji bo sedem û armancên cihê seferber bike. Ev jî tercîha avakirina bîrê ye ku wê tevahiya ”qehremanên” wî neteweyî nehewîne, lê cih bide hinan ji bo sedemên seferberkirinên civakî û siyasî.

Di pêvajoya avakirin û veavakirina netewe de çi diguhere

Gava em berê xwe didin pêvajoya avakirina neteweyê Kurd, em dibînin ku ji fîgurên dîrokî yên mîna Selahedînê Eyûbî qehremanên avaker nehatine avakirin, li şûna wê ew weke antî-qehreman hatine sêwirandin. Tevî ku fikr û hizrên cihê jî hene gotara giştî serwer, wî bêhtir weke antî-qehreman ava dike. Em li vir bibêjin, di pêvajoya avakirin û veavakirina netewe de ev yek dikare biguhere û ji vî fîgurê dîrokî qehremanekî serfiraziya neteweyî jî bê avakirin. Dîsa di peywenda Kurd de fîgurê mîtolojîk ê Kawayê Hesinkar avaker hatiye tercîhkirin û ew di nava peywendeke dîrokî de jî hatiye bicihkirin; ango ew ne tenê fîgurê mîtolojîk ê serdema mîtolojîk a Cemşîd e, lê ew fîgurekî dîrokî ye ku serketina eskerî ya Medan li dijî Împaratoriya Asûriyan misoger kiriye.

Weke kirdeya bi tesîr a avakirina bîreke kolektîf; PKK

Herçî peywenda Tevgera Azadiya Kurd e; bi awayekî bi tesîr avakirina lehengan, avakirina sembolên neteweyî û avakirina bîreke kolektîf a avaker bêhtir bi PKK’ê û nexasim jî piştî nîvê salên 80’yî derket pêş. Hem sembolên mîna ala, reng, vegotinên mîtolojîk, hem qehremaniyên têkoşînê yên mîna Berxwedana Zindanan (14 Tîrmehê), û her weha lehengên wê bi xwe yên weke Mazlûm Dogan (weke Kawayê Hevçerx) û gelekên din ji serketinên sereke yên vegotina îdeolojîk û avaker ên PKK’ê ne ku hîna piştî salên 2000’î li nava hizb û rêxistinên Kurd ên din de jî hêdî hêdî rûnişt. Di nava vê rêûresma PKK’ê ya avakirina sembol, gotar û qehremanên neteweyî de û pê re jî di vehûnandina bîreke (jibîrkirineke) tercîhkirî de îro em bi gelek sedem û armancên bibîranînên cihê yên bûyer û qehremanan re rûbirû ne ku tevahiya salekê jî bi minasebetên cihê tijî dikin û bi kêra seferberiya civakî û siyasî ya ”netewe” tên. Jixwe, PKK dema ku xwe weke ”tevgera şehîdan” bi nav dike jî eşkere îşaret bi wê yekê dike ku ew bi zanîn û bîrewerî van sembol, kult, rêûresm û lehengan ava dike.

Ew ê paşê neyê `vedîtin´?

Ji bilî jibîrkirinê, di bibîranîna kes û qehremanan de karîgeriya paşiyan jî girîng e. Heger paşiyên kesekê/î, ”qehremanekê/î” bi kêra avakirina gotara qehremankirina wê/wî neyên, ew kes yan jî qehreman mehkûmê jibîrkirinê ye. Lê maneya wê ne ew e ku ew ê paşê neyê ”vedîtin”. Hincetên vedîtinê dikarin derkevin holê, bibîranîn derengmayî dikarin bibin sedema avakirina qehremaniyeke xurttir jî. Nexasim heger beşeke netewe, yan jî beşeke çerxa avakirina netewe vê yekê pêwîst bike, yan jî kêmasiyeke taybet vê yekê pêwîst bike, bi hêsanî gotarên avakirina qehremanekê/î dikarin derkevin meydanê.

Herçî peywenda Tevgera Azadiya Kurd e; bi awayekî bi tesîr avakirina lehengan, avakirina sembolên neteweyî û avakirina bîreke kolektîf a avaker bêhtir bi PKK’ê û nexasim jî piştî nîvê salên 80’yî derket pêş. Hem sembolên mîna ala, reng, vegotinên mîtolojîk, hem qehremaniyên têkoşînê yên mîna Berxwedana Zindanan (14 Tîrmehê), û her weha lehengên wê bi xwe yên weke Mazlûm Dogan (weke Kawayê Hevçerx) û gelekên din ji serketinên sereke yên vegotina îdeolojîk û avaker ên PKK’ê ne ku hîna piştî salên 2000’î li nava hizb û rêxistinên Kurd ên din de jî hêdî hêdî rûnişt.

Dema ku berê xwe bidin nimûneyeke taybet, em dikarin di şexsê Evdilmelik Şêx Bekir ê bi navê Melek navdar de tercîhkirina avakirina qehremanan hêsantir fêm bikin û bibînin ka gelo muhtemel e çi bûbe xwedî dewr ku ew bê bibîranîn yan jî jibîrkirin.

Me çima Melek ji bîr kir

Dema ku berê xwe bidin nimûneyeke taybet, em dikarin di şexsê Evdilmelik Şêx Bekir ê bi navê Melek navdar de tercîhkirina avakirina qehremanan hêsantir fêm bikin û bibînin ka gelo muhtemel e çi bûbe xwedî dewr ku ew bê bibîranîn yan jî jibîrkirin. Evdilmelik Şêx Bekir Nîsana sala 1992’yan weke gerîlayekî ARGK’ê şer kiriye, di şer de bi birîndarî ketiye destê cerdevanan û hatiye qetilkirin; ev agahiyên ku Serxwebûnê li ser wî dane. Ew yek ji xwendekarên tibê yên salên 90’î ê li metropolên Tirkiyeyê ye; pêşî li Enqere û paşê jî li Stenbolê. Ji bilî xwendekariya xwe, ew hunermendek e ku hem dengê wî taybet e, hem bestekar e, hem helbestkar e, hem aranjor e û hem jî solîst e. Di dema qedexebûna zimanê Kurdî de wî di ew di derxistina kaseta Kulîlka Azadî de bi dewra herî mezin rabû û ji damezrênerê NÇM’yê ye jî. Ango tevahiya peywenda jiyan, xislet, şarezatî û heta bi têkoşîn û şehadeta wî îşaret bi lehengekî dikin.

Avakirina lehengekî di şexsê Melek de

Lê çawa di destpêka vê gotarê de jî min îşaret pê kir, meseleya lehengbûnê û avakirina leheng ne heman tişt e. Di nimûneya Selahedînê Eyûbî de me dît ku xeta di navbera qehreman û antî-qehreman de jî pirr zirav e û dikare ewqasî zelûl bibe ku xuya neke. Ji ber wê jî lehengbûna Melek û avakirina lehengekî di şexsê Melek de di tiştên bi temamî ji hev cihê ne. Gava ku em li navên beriya wî şehîdbûyî yên ji tevgera çandê ya Tevgera Azadiya Kurd ên weke Hozan Mizgîn dinihêrin em dibînin ku heta îsal jî bi rêkûpêk ji aliyên hunermendên Kurd ve, Tevgera Azadiyê û saziyên wê ve bi minasebetên cihê tên bibîranîn. Baş e sedem çi ye ku Melek ‘kêm’ tê bibîranîn?

Rola hevrêyên wî çi bûye?

Ji bo vê em berê xwe bidin cihêtiyên di navbera Hozan Mizgîn û Melek de; Yek jê li Ewrûpayê di nava tevgerê de cihê xwe girtiye, yê din li metropolên Tirkiyeyê. Yek jê ji Bakurê Kurdistanê ye, yê din ji Rojava. Yek jê demeke têra xwe dirêj di nav gerîla de cihê xwe girt, heta bû fermandar, yê din piştî demeke kurt şehîd bû. Herdu jî ji nifşên wisa ne ku gelek hevalên wan hene ku îro di nava civaka Kurd de tên nasîn û gotina wan tê bihîstin, lê yê yekî ji wan bi pirranî ji Rojavayê Kurdistanê ne. Ev cihêtiyên hanê dikarin çi tesîran li bibîranîn û jibîrkirinê bikin? Li Ewrûpayê Tevgera Rizgariya Kurdistanê nisbet bi Tirkiyeyê xwedî derfetên bêhtir ên xebata rêxistinî bû û hîna jî nisbeten wisa ye. Nexasim jî navendên ragihandin û propagandaya rêxistinî, avakirin û hilberînên îdeolojîk û çandî jî li Ewrûpayê bûn. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bi hêsanî texeyul bike ku dema Hozan Mizgîn Şehîd bû, hevalên wê yên di nava tevgera çandê ya hingê de beriya her tiştî ew bi bîr anîn û ji bo vê jî derfetên wan ên mîna belavkirina kasetên vîdeo, kasetên deng, weşanên cihê, lidarxistina konseran û çalakiyên cihê ji bo bibîranîna wê bûn. Li beramberî vê di nava şertên gelekî dijwar û qedexeyan de li bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê destpêka salên 90’î rêxistinkirina çandî û avakirina saziyên çandî pêk dihat. Derfetên weşanê û propagandayê hem sînordar bûn û hem jî nîrê sansûreke giran li ser hebû. Bi ser halan de jî Melek weke Şengal di nava damezrênerên NÇM’ê de cihê xwe girtibû û weke Dr. Cuma şehîd bûbû. Cihêtiya sêyem ango, dirêjahiya wê demê ye ku di nava gerîla de derbas kirine. Hozan Mizgîn beriya her tiştî jî weke fermandara gerîla tê bibîranîn, bi gotinên Komîteya Kevana Zêrîn a îsal ”Kesayetiya Hevrê Mizgîn a pirralî, hevgir û hunermend, aliyê dibe destan ê jinên Kurd îfade dike” û bi bîr dixe ku ew yekem fermandara jin a gerîla ya eyaletê bûye li Xerza û Gulana 1992’yan fedaiyane şer kiriye û şehîd bûye. Lê paşxaneke bi vî rengî ya Melek nîne, belê ew jî fedaîyane şer dike, hevalên bi xwe re rizgar dike û bi birîndarî dîl dikeve destê dijminê xwe û tê qetilkirin.

Sebeb kî ne

Lê bi ya min sedema diyarker di tercîhkirina bibîranîn û jibîrkirinê de di rewşa melek de ew kirde ne ku wê bîrê yan jî tişta ku wê di bîrê de cihê xwe bigire ava bikin. Ango cihêtiya dawî ye: ne nebûna paşiyan ku karibin behsa wan bikin, lê bi karîgerî û bi bîrewerî hewldana avakirina bibîranîna wan di pêvajoya çêkirina qehremanekî de. Li vir hem damezrînerên NÇM’ê hem endamên destpêkê yên Koma Amed a li Enqerê, hem jî hevalên zaroktî û ciwantiyê yên Melek diyarker in bi wê yekê ku wan nekarî gotareke avaker belav bikin.

 

Yek jê li Ewrûpayê di nava tevgerê de cihê xwe girtiye, yê din li metropolên Tirkiyeyê. Yek jê ji Bakurê Kurdistanê ye, yê din ji Rojava. Yek jê demeke têra xwe dirêj di nav gerîla de cihê xwe girt, heta bû fermandar, yê din piştî demeke kurt şehîd bû. Herdu jî ji nifşên wisa ne ku gelek hevalên wan hene ku îro di nava civaka Kurd de tên nasîn û gotina wan tê bihîstin, lê yê yekî ji wan bi pirranî ji Rojavayê Kurdistanê ne.