Dîba dazanîn ku di destpêka şoreşê de wek PYD û hinek partiyên din yên siyasî û bi giştî opozîsyona Sûriyê di sala 2012’an de hatin gel hev û Heyeta Tensîq ava kirin û got: “Lê mixabin niha welatên wek Tirkiye û Qeter li dijî Xweseriya Demokratîk a gelan li Sûriyeyê rola neyênî dilîzin.”
Sîhanok Dîba di derbarê armanca avakirina Heyeta Tensîq de wiha got: “Armancên me yên esasî ji avakirina Heyeta Tensîq bi opozîsyonên din re ew bû ku di serî de em li dijî mudaxeleyek leşkerî ya ji derve li ser Sûriyeyê bûn. Herwiha em li dijî bikaranîna ol ji aliyên komên radîkal ve bûn.”
‘YPG wek hêzek terorîst hat binav kirin’
Dîba bi bîr xist ku di roja 14’ê Tebaxê 2014’an wan li Qamişlo li ser Xweseriya Demokratîk were pejirandin lihev kir û wiha pê da çû: “Welatên wek Tirkiye û Qeter dixwazin bi rêka Heyetê Tensîq rola nûnertiya Kurdan bi taybet di qada navnetewî de lawaz bikin. Wek ku ev ne bes be li ser navê Heyeta Tensîq belavokek hat belavkirin ku tê de YPG wek hêzek terorîst hat binav kirin. Wê demê Heyet yek ji endamên ku di destpêka damezrandinê de tê de bûye ango PYD wek terorîst dibîne.”
‘Me tenê xebatên xwe rawestandine’
Dîba gotinên xwe wiha bidawî kir: “Me daxwaz ji wan kir ku ew jî tevlî Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê bibin. Me xwe paşde venekişandiye, tenê me xebatên xwe dane sekinandin. Di belavoka me de me bang li hemû rêxistinên Heyeta Tensîq kir ku em bi awayek berfirehtir di bin sîwana Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê de bêne gel hev. Em dixwazin xebatek hevbeş bimeşînin, armanca me jî eve.”
GELAWÊJ EWRÎN / ROJNEWS/QAMIŞLO