Keddarê Radyoya Êrîvanê, helbestkarê Kurmanciyê, Dengbêj Mecîdê Silêman, rehmet kir.
Mecîdê Silêman sala 1937’an li Ermenîstanê, li gundê Semenkaşê hatibû dinê. Bavê Silêman, Mihemedê Siloyê Miho Zakavkaz ku yekî hejar bû, piştî ku dibistana mamostetiyê diqedîne li gundê Davîtaşên dibe muxtar û bi malbata xwe re diçe gund.
Welatparêzek çê
Mecîdê Silêman sala 1964’an li Enstîtûya Çandiniyê ya Êrîvanê beşa veterîneriyê diqedîne. Mecîd bi denbêjiya xwe û helbestên xwe balê dikişine ser xwe, heman salan li radyoya Êrîvanê dengbêjiyê dike. Helbestên Mecîdê Silêman li Ermenîstanê û Kazaxistanê dibin pirtûk.
Silêman sala 1990’î bi malbata xwe re koçberî Kazaxistanê dibe. Sala 1992’yan li Kazaxistanê, li gundê Aşîbûlakê koma şano û govendê ava dike. Di rêxistina Kurdên Sovyetê de bi awayekî çalakî cih girt, tevlî avabûna Yekbûnê bû ku rêxistiniya pêşî ya Kurdên Sovyetê bû. Mecîdê Silêman ku sempatîzanê Tevgera Azadiya Kurd û PKK’ê bû, bi welatparêziya xwe dihate naskirin.