
Devera ku QSD rizgar dike, li rêveberiyên sivîl û demokratîk vedibe. Li Dêra Zorê jî ev pêvajoya demokratîk bi rê ve diçe. Di vê çarçoveyê de Kongreya Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê doh bi rê ve çû, hevserokên Meclîsê hatin hilbijartin û 15 komîsyonên ser bi Meclîsê jî hatin avakirin. Di kongreyê de Hevseroka MSD´ê Îlham Ehmed got, şêniyên Dêrazorê amade ne xwe birêxistin bikin û tişta ku Meclîsa Dêrazorê bike rêxistinkirina herêmê ye.
Yekemîn kongreya damezirandina Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê bi tevlîbûna rûspiyên êlên herêmê û nûnerên meclîsên Tebqa, Reqa û Rêveberiya Sivîl a Minbicê dest pê kir. Di Yekemîn kongreyê damezrandina Meclîsa Sivîl a Dêrazorê de Hevserokên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hatin hilbijartin û 15 komîteyên meclîsê hatin avakirin. Di kongreya de ji bo hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif û Leyla El- Hesen hatin hilbijartin. Her wiha 15 komîteyên girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ku herêma Dêrazorê birêxistin bikin, hatin avakirin. Her komîteyek ji 5 endaman pêk tê û li ser sîstema hevserokatiyê xwe birêxistin dike.
Rejîma Sûriyê divê biguhere
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî di dema kongreyê de axivî û di destpêka gotinên xwe de lidarxistina kongreyê pîroz kir.
Îlham Ehmed bal kişand ser desketiyên QSD`ê û got, “QSD´ê herêmeke fireh a Bakurê Sûriyeyê ji terorê paqij kir. Şêniyên wan herêman meclîsên xwe ava kirin û xwe birêxistin kirin. Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê jî wê were avakirin û herêmên xwe yên rizgarkirî birêxistin bikin.”
Îlham Ehmed destnîşan kir ku herêm ber bi aramiyekê ve diçe û êdî her kes bi îradeya xwe, xwe birêxistin dike û wiha pê de çû: “Rejîma Sûriyeyê li beramberî vê yekê hîna di polîtîka xwe ya sîstema navendî de israr dike. Ew ne amade ye ku sîstema xwe ya desthilatdar biguherîne.”
Têkildarî polîtîkaya rejîma Sûriyeyê Îlham Ehmed got, “Êdî wext hatiye ku rejîma Sûriyeyê sîstema xwe bide guhertin û ber bi demokrasiyê ve gavan biavêje.”
Ji bo opozisyona Sûriyeyê jî Îlham Ehmed got, “Aliyên ku xwe bi navê opozisyonê dane naskirin, nikaribûn ji bo gelê Sûriyeyê tiştekî bikin. Dewletên derve ew dan bikaranîn û wan jî têkçûyîna xwe îlan kir.”
‘Amade ne ku xwe bi rê ve bibin’
Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê wê ji bo herêmê giştî aramiyê bi xwe re bîne. Di sîstema federaliyê de wê gel bi îradeya xwe, xwe birêxistin bike. Niha şêniyên Dêra Zorê jî dibêjin, piştî herêmên wan rizgar bibin, ew amade ne bi îradeya xwe, xwe bi rê ve bibin û herêmên xwe birêxistin bikin.”
Dema ku nûçeya me dihat amadekirin kongreyê bi nirxandinan dewam dikir.
DÊRA ZORÊ
Fermandarên QSD’ê soza parastina Dêra Zorê da
Berdevkê fermî yê QSD`ê Mîralayî Telal Silo û Fermandarê Giştî yê Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla soz dan ku ew ê erka xwe ya parastina şêniyên herêma Dêrazorê pêk bînin.
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê, Ehmed Ebû Xewla di kongreya damezrandina Meclîsa Sivîl a Dêrazorê de axivî û got, “Hêzên Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê ku di bin sîwana QSD`ê de ne, her roj bi pêş ve diçe û herêma rojhilatê Firatê rizgar dikin.”
Ebû Xewla wekî din bi bîr xist ku ew parçeyek ji Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê ne û wiha pê de çû: “Em bi rojan e bi sedan sivîlên Dêra Zorê rizgar dikin û divê meclîsa Dêra Zorê van sivîlan birêxistin bike.”
Berdevkê Fermî yê QSD`ê Mîralayî Telal Silo jî di kongreyê de axivî û got, “Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ji destpêka avakirina xwe ve têdikoşin da ku yekîtiya gelan ava bikin û herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.”
Silo anî ziman ku piştî ku QSD`ê herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bike, êdî şêniyên herêmê wê xwe bi xwe birêxistin bikin.