Meclîsa Êlên Kurdan duh li salona Helz a bajarê Amûdê a herêma Cizîrê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist. Di konferansê de 35 nûnerên êlên Kurdan û 42 nûnerên êlên Ereban û Sûryaniyan ên herêma Cizîrê beşdar bûn.
Di konferansê de gelek axaftin derbarê pêwîstiya yekîtiyê, jiyana hevbeş û biratiyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de û pêwîstiya bersivdayîna êrîşên hov li dijî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.  Di destpêkê de li ser navê êlên Kurdan Refet Deqorî axivî û diyar kir ku hevgirtina êlane ji hezar salan ve ya herî xurt e û destnîşan kir ku armanca êrîşên komên çete li dijî herêmê têkbirina hevgirtina netewî ye û pêwîste hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê li hemberî van êrîşan derbikevin.
Li ser navê ENKS’ê Ebdilsemed Biro axivî û ji Meclîsa Êlên Kurdan re wiha got: “konferansa we di vê dema aloz û di rewşa şer li gelek deverên Rojava û bi teybet di dema êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê ku armanca wan hebûna Kurdan e, tê lidarxistin. Em li pêşiya we radighînin ku em ê li dijî çeteyan li rex birayên xwe yên Kobanê bin. Em bi tundî van êrîşên DAIŞ’ê li dijî herêmên aram şermezar dikin. Em bang van êrîşkaran dikin ku eger armanca wan hilweşandina rêjîm e, rêjîm li şamê tê hilweşandin ne li Kobanê.”

Rojava mozaika gelane

Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdilselam Ehmed diyar kir ku konferansa êlan nîşan biratiya rasteqîne di navbera hemû pêkhateyên herêma Cizîrê de ye û wiha anî ziman: “Em mozayîka rasteqîne di navbera Kurd, Ereb, Sûryanî, Êzîdî, Çerkes, Asûr û Çeçenan de dibînin. Di her kes rastiya biratiya gelan bizanibe û sedeman êrîşên hêzên tarî li dijî herêmê ew e ku vê mozayîkê têk bibin û tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derbixin.”
Li ser navê Yekîtiya Hêxên Demokratîk a Kurd Zardeşt Mustef êrîşên li dijî herêma Rojavayê Kurdistanê ku hewl didin dîmografiya herêmê biguharin, şermezar kir.
Berdevkê Mala Êzîdiyan a Rojavayê Kurdistanê Îbrahîm Milêhan axivî û bang li hemûyan kir ku bi pilanên dijminên Kurdan û Ereban û hemû pêkhateyên herêmê neyên xapandin. Milêhan da zanîn ku şerên netewî û mezhebî yên herî buve ne.
Li ser navê pêkhateya Sûryaniyan Tonî Xelî Eylol ji beşdaran xwest ku ji bo serkeftina konferansê hêvî bikin ku bibe gaveke mezin di biratiya gelan de û li dijî êrîşên hovane bibe bersiv. Eylol diyar kir ku hemû alî li dijî komên çete piştgiriya hêzên ku Rojava diparêzin, bikin.
Li ser navê Meclîsa Aştiya Navxweyî ya bajarê Hesekê Mihemed Xêr Necar, nûnerê Êla Şerabiyan Îbrahîm Hemîd, nûnerê Êla Dîwaniya Yasîn Beko, li ser navê êlên Kurdan ên bajarê Hesekê Şêx Fewaz El-Exres, li ser navê Êla Şemer axivîn. Hemûyan di axaftina xwe de êrîşên komên DAIŞ’ê şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li dijî vîna azad, girêdana netewî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de ne.

Biryarên konferansê
Piştî ku axaftin bi dawî bûn rapora salane ya karên Meclîsê û 7 komîteyên wê ku li sernaserî herêma Cizîrê hatine belavkirin, hate xwendin û pilansaziya Meclîsê ya salekê nirxandin.
Piştre derbarê rewşa giştî li herêma Cizîrê û êrîşên çeteyan li dijî bajarê û herêmên Cizîrê di dema borî de hate nirxandin. Beşdaran diyar kirin ku pêwîste girêdana di navbera hemû pêkhateyên Cizîrê de bête xurtkirin û piştgiriya hêza leşkerî ku parastina herêma Cizîrê dike, bête kirin.
Konferans bi gelek biryaran bi encam bû, hin ji van biryaran ev in:
* Buroyek çapemeniyê ya taybet bi Meclîsa Êlên Kurdan li bajarê Hesekê bête vekirin.
* Navên hemû êlên herêma Cizîrê ji aliyê Komîteyan Meclîsa Êlên Kurdan ve bêne nivîsandin û radestî Meclîsa Êlan bête kirin.
* Komîte li derverên lê hatine erkdarkirin civînên xwe lidar bixin.

AMÛDÊ




Kantonên Rojava hevkar in

Meclîsên Rêveber ên Herêmên Xweseriya Rojava yên (Kobanê, Cizîr û Efrînê) li dijî êrîşên komên çete yên  DAIŞ‘ê ji bo  alîkariya hevbeş di hemû mijaran de  lihevkirine.
Meclîsa Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew bi serokên Meclîsên Rêveber ên Efrîn û Cizîrê re gihiştine peymaneke hevbeş a hevkariyê di hemû mijaran de. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev hevkarî li dijî êrîşên komên çete yên hovane ku li dijî herêmê pêk tên hatiye kirin. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî hate kirin ku helwesta xwe der barê êrîşên komên çete yên li dijî gelê Kurd aşkera bikin.

Li dijî çeteyan hevkarî

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di navbera meclîsên rêveber de hevkarî hate kirin û wiha hate domandin: ‘’Me bi birayên xwe serokên desteyên rêveber ên Cizîrê û Efrînê re peymanek hevbeş daneye ku karê hevbeş di hemû mijaran de bê kirin.’’ Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku biryara xebatên hevbeş wekî bersiva êrîşên komên çete yên li dijî Kobanê û Rojava pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku biryara xebatên hevbeş bi armanca têkbirina planên komên çete û bersivdayina êrîşan pêk hatiye û wiha hate domandin: ‘’Em ê bi yek destî tevbigerin da ku em sîstema hersê kantonan pêşbixin û hevkariya xwe ya li  dijî çeteyên bikin yek.’’

Li bêdengiya navnetewî rexne
Der barê êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê jî di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Em êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê li dijî herêmê û bêdengiya hêzên navneteweyî û herêmî jî şermezar dikin. Em soz didin gelê xwe ku em ê xeta xwe ya berxwedanê dewam bikin û em ê herêm û rûmeta gelê xwe biparêzin.’’ Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Careke din em soz didin ku em ê bi yek destî parastina ezmûna demokratîk a Sûriyê ku mafê hemû pêkhateyan misogerkirine bikin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku helwesta xwe der barê êrîşan de aşkera bikin.’’

EFRÎN