Berdevkê fermî yê meclîsê, Şervan Derwîş derbarê agirbestê de ku li Sûriyê bi lihevkirina di navbera Rûsya û AEmerîkayê de pêk hat, dauxyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de Derwîş got, “ Piştî bi riya hewldanên diplomatîk ên navneteweyî ji bo bipêşxistina afirandina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriye re, di encama vê lihevkirina di navbera Emerîka û Rûsyayê de, rawestandina şer hat ragihandin. Me şertên agirbestê şopandin. Ji bo pêkanîna vê lihevkirinê ku armanca wê afirandina şertûmercên destpêkirina pêvojoyeke pêbaweriya siyasî, kêmkirina şidetê û gihandina alîkariya mirovahî ji bo xelkê Sûriyê ye, weke Meclîsa Eskerî ya Minbicê em radigihînin ku em bi lihevkirinê re ne ku di navbera Emerîka û Rûsya de pêk hatiye û em hîvî dikin ku ev lihevkirin kuştinê û wêranbûyînê rawestîne, danûstandinên aştiyê ku hemû aliyên Sûriyê tê de beşdar bibin, pêk bîne, Sûriyeke azad û demokratîk ava bike û dawiyê li terorê bîne.”
MINBIC