Li ser vê yekê melayên Silêmaniyê piştgirî dan Meclîsê. Mele Evdilkerîm û Mele Nadir ji RojNews re axivîn û diyar kirin ku bi hatina DAIŞ’ê re gelek alozî çêbûn, ew weke melayên olî spasiya gerîla û pêşmergeyan dikin ku bi can û rihê xwe xaka Kurdistanê û gelê xwe diparêzin.

 

Hevgirtina gêrîlla û pêşmergeyan giring e

 Mela Evdilkerîm weha peyivî: “Berî hatina DAIŞ’ê Kurdistan û bi taybetî başûrê Kurdistanê di nava hemahengî, birayetî û keyfxweşiyê de bû. Lê bi hatina DAIŞ’ê re gelek alozî xistine nav welatê me, ev alozî demî ne; ji ber wê çendê wê bi dawî bibin. Tu caran di dîrokê de hevgirtineke wiha çênebûye. Îro her çar parçe bûne yek, ev jî cihê keyfxweşiyê ye. Hevgirtina hêzên Pêşmerge, HPG, YJA-Star, YPG û YPJ´ê nîşan dide ku Kurd bi hevdu hisiyane.”

 

Şengal birîna sêyem e ku dilê Kurdan dike xwîn

Mele Evdilkerîm li ser azadkirina Şengalê jî wiha peyivî: “Birîna wan di dilê me de xwîn dike. Hemû netewên cîhanê dilê wan bi Şengalê re ye. Êrîşa bi ser Şengalê de birîn nû kirin, piştî Enfal û Helebce ew 3yemîn birîn bû ku dilê Kurdan xwîn dike. Em bi hêvîn e ku bi hewildana yekitiya hêzên Kurd, Şengal û hemû beşên din azad bibin.”


Meclîs wê Şengalê xurttir bike

Mela Evdilkerîm bal kişand ser avakirina Meclîsa Damezrêner a Êzîdiyan ya li Şengalê jî û got: “Em bi avakirina Meclisa Şengalê keyfxweş in, em ji dil piştgitiya wan dikin. Avakirina meclîsê nayê wê wateyê ku dest ji Kurdîtiyê berdidin. Em bi dil û can bi wan re ne. Niha li Rojavayê Kurdistanê 3 kanton hatine avakirin, ma dest ji Kurdîniyê berdan, nexêr berevajî wê bi hêztir bûn. Ev Meclîsa Şengalê tu pirsgirêk û alozî ji bo Kurdan çênake. Em weke seydayîn dînî  spasiya PKK û Pêşemergeyan dikin ku îro bi rih û canê xwe li ber xwe didin, xaka xwe, gelê xwe û welatê xwe diparêzin. Cihê keyfxweşî û pîroziyê ye ji ber wê mirov nikare behsa qehremaniya wan bike.”

 

Nabe em Êzîdiyan birîndar bikin

 Mele Nadir Elî jî li ser avakirina Meclîsa Êzîdiyan a Şengalê nêrînên xwe anî ziman û got: “Ji ber ku birîneke wan ya kûr heye, damezrandina encûmenê tiştekî baş e. Ev mafekî xwezayî yê gelê Êzîdî ye. Lê  hindek alî ji vê çendê ne razî ne û dixwazin wan tawanbar bikin û dixwazin desthilatdariya xwe li ser wan çêbikin. Nabe ku kes hukmê jiyana wan bike, mafekî xwezayî û erka wan e. Karê me bi tenê piştgirtina wan e,  eger em nikarin piştgiriya wan bikin em; tevlî wan jî nebin. Em li dijî wan ketine kêmasiyekê, pêwîst e li cihê birîndar kirina wan em tawîzan bidin wan.”


ŞOREŞ BENEK / KARÛX REWANDÛZÎ/ROJNEWS / SILÊMANÎ