Şahiya ku ji aliyê Komeleya Êzîdiyên Efrînê ve hate orgenîzekirin, li navenda Komeleyê ya bajarê Efrînê bi tevlîbûna Serokê Desteya Karê Derve yê Kantona Efrînê Silêman Cefer û Serokê Komeleya Êzîdiyan a Kantona Efîrnê Mistefa Nebo jî di nav de dest pê kir. Her wiha di salona ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Zardeşt û gelek sembolên Êzîdiyan hatibû xemilandin de find hatin pêşxistin. Piştre dengbêjê Êzîdî Reşîd Hisko strana Derwêşê Ebdî ya bi nav û den got. Di şahiyê de her wiha beşek ji kelamên Zardeşt û qewlên olî hatin gotin û dûa ji bo Şengalê, Rojava û hemû Kurdistanê hate kirin. Di berdewam şehiyê de helbetvan Hikmet Hisko, Bedrî Şemo û Iskan Cinêd helbestên li ser berxwedana Şengalê û Rojava gotin. Şahî bi duaya serkeftina Şengalê û pîrozkirina xweseriya Şengalê bi dawî bû.

ANHA/EFRÎN