Heyeta Meclîsa Îştar a ku ji 6 kesan pêk dihat li Hewlêr bi Rêveberê Buroya Nûnertiya NY’yî ya Herêmê Sokol Kondî re hevdîtin pêk anîn. Heyetê di hevdîtinê li ser pêkanîna 5 meh in li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin guman û fikrên xwe anîn ziman. Li ser navê Heyetê Asya Burak di hevdîtinê li ser pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Ev nêzî 5 meh in, dewleta Tirkiyeyê nahêle parêzer û malbat bi Rêberê me re hevdîtinê pêk bînin. Bi cîhanê re hemû têkiliyên Rêberê me hatine qut kirin. Em dixwazin tevahî sazî û dezgehên mafên mirovan li hember vê tecrîdê bêdeng nemînin û ya pêwîst pêk bînin.” Di heman demê de heyetê daxwaznameyek ku ji 3 xalan pêk tê pêşkêşî Buroya Nûnertiya NY’yî ya Herêmê ya Hewlêr kirin.
Di hevdîtinê de Rêveberê Buroya Nûnertiya NY’yî ya Herêmê Sokol Kondî, ku daxwazname wergirt got, “Wek kes ez gumanên gelê Kurd fêm dikim. Wê daxwaznamêyê em ê bişînin Navenda NY a Cenevre û her wiha cihên din ên pêwendîdar.”


Di daxwaznameyê de ev xal hatin xwestin:
"1) Ligel Meclîsa Tirkiyeyê, Serokkomar û Wezareta dadê li ser rewşa Birêz Abdullah Ocalan tiştên pêwîst werin kirin û hewldan werin pêşxistin.
2) Ji saziyên ku yekser bi mijarê re têkildar in Human Right Watch, Rêxistina Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Amnesty International agahî bê xwestin û bihêlin ku ev sazî bikevin nav tevgerê.

3) Li hember van kiryar û pêkanînên ku hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan ewqasî bêperwa tune tên hesibandin, helwestek demokratîk û însanî were girtin, û tiştên pêwîst dikin di qada navneteweyî de pêk werin. "

MEXMÛR