Îro danê sibê Konferansa Jinên Êzîdî li Kampa Newroz a koçberên Şengalê destpê kir û têde 165 jinên Êzîdî yên li kampê, nûnerên Navenda Jina Azad a Roajva, Yekîtiya Star, Meclîsa Damezrêner a Êzîdî ya Şengalê, Yekîneyên Parastina Jin- Şengal (YPJ-Şengal) û nûnerên navenda çandê ya kampê amade bûn.

cihê ku konferans lê hate lidarxistin bi wêneyên tekoşeran û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û paşê Rêvebera Kampa Newroz Bilinda Çiya axaftina destpêkê ya konferansê kir. Bilinda Çiya bixêrhatina hemû kesên li konferansê amade bûne kir û diyar kir ku armanc ji vê konferansê ew e ku jinên Êzîdî yên li Kampa Newroz werin birêxistinkirin û rola wan were aktîfkirin.

Piştre hin perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê azadiya jinê de hatin xwestin.

Konferans bi axaftina Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Henîfe Hisên dewam kir. Henîfe Hisên lidarxistina konferansa jinên Êzîdî yên li Kampa Newroz slav kir û got: “Ev konferans ji bo jinên Êzîdî û tevahiya jinên Kurdistanê gaveke mezin ber bi rizgarkirina ji qeyd û zincîrên hişmendiya sîstema baviksalariyê ya desthilatdar ve ye.

Henîfe Hisên wiha pêde çû: “Trajediya ku bi serê gelê me yên Êzîdî ve ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yên nûnertiya hişmendiya desthilatdar dikin, di asta herî jor de jinên Êzîdî armanc girt. Ev yek bû sedem ku bi sedan jinên Êzîdî rastî Kuştin, revandin û destdirêjiyê werin. Divê ev ji bo me bibe derseke mezin da ku em xwe bi xwe birêxistin bikin.

Henîfe Hisên di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku xwe perwerde û birêxistin bikin da ku ev trajedî careke din neyê dûbarekirin.

ji aliyê xwe ve Rêvebera Yekîtiya Star Neîme Hesen axivî û da zanîn ku ev konferans bi saya berxwedan û tekoşîna jinên Êzîdî tê lidarxistin.

Di berdewamiya konferansê de peyamên pîrozkirinê ku ji aliyê Navenda Jina Azad a Rojava, Yekîneyên Pasrastina Jin, Yekîneyên Pasrastina Jin-Şengal, Meclîsa Damezrêner a Êzîdiyan, Navenda Çandê ya Kampa Newroz û Kordînasyona Ciwanên Şengalê ve hatibûn şandin, hatin xwendin.

Paşê rapora salane ya kar û xebatên jinên Êzîdî yên li kampê ji aliyê Rêvebera Kampê Bilinda Çiya ve hate xwendin û li ser gotûbêj hatin kirin.

Di dawiya konferansê de Meclîsa Jinên Êzîdî yên Kampa Newroz a ji 21 endaman pêk tê, hate avakirin, her wiha biryarên girîng ên wekî vekirina navendeke perwerdeyê li kampê, tevlîkirina ciwanan di nava refên YPJ-Şengal û YBŞ’ê de, rêlibergirtina koçberiyê, hatine standin.

Di dawiyê de durişmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên Kurd re hatin gotin û jinan govend girtin. 


 DÊRIK