Daxuyanî li bakurê Minbicê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Abdulsettar El-Cadir û fermandarên din ên meclîsê ve hat dayîn.

Abdulsettar El-Cadir li ser navê meclîsê daxuyanî xwend û rayedarên dewleta Tirkiyeyê hişyar kirin ku kiryarên dijminane li ser xaka Cerbalusê û tevahiya Sûriyeyê pêk neyînin.


Meclîs wê bêdeng nemîne 

El-Cadir destnîşan kir ku heger kiryarên dijminane pêk werin, meclîsa wan wê bêdeng nemîne û ji bo parastina sivîlan û herêmên xwe li gorî qanûnên navdewletî tevbigere.

Abdulsettar El-Cadir got, dema bajarê Minbicê û gundên wê ên nêzî herêma Cerablûsê bi alkariya şervanên QSD’ê hate rizgarkirin, Rêjîma Tirkiyeyê lez da kiryarên xwe yên dijminane û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk komên çete yên girêdayî xwe ku çeteyên DAIŞ’ê jî di nav de bi hejmarên mezin xistine tevgerê û ew li noqeteyên sînor bi cih kirine. Armanca wan ji vê yekê xirabkirina aramiya li Sûriyeyê ye. Di demên dawî de kiryarên wan zêde bûn û kûrtir bûn. Pilanên qirêj pêk tînin ji bo destketiyên gelê me têk bibin.”


Dixwaze herêmê dagir bike

Di daxuyaniyê de Abdulsettar El-Cadir destnîşan kir ku Tirkiye bi derbaskirina komên çekdar ên terorîst ên ser bi El-Qaîdeyê, dixwaze herêmê dagir bike û wiha pê de çû: “Yekîneyên taybet ên îstîxbarata Tirkiyeyê û hêzên wan ên li ser xaka Sûriyeyê dixwazin herêmên Cerblûs ên xweşik dagir bikin. Ev yek bi rêya peymanên di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê ên terorîst de pêk tê.”


Hişyarî da dewleta Tirk

Fermandar Abdulsettar El-Cadir got, Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê rêjîma Tikriyeyê hişyar dike û bi vî rengî dewam kir: “Em dewleta Tirk hişyar dikin da ku li dijî xaka Sûriyeyê û pêkhateyên wê û bi taybet herêma Cerablûsê kiryarên dijminane pêk neyîne. Em eşkere dibêjin, em ê bêdeng nemînin û em ê bersiva hemû kiryarên dijminane bidin. Em ê gelê xwe li gorî qanûnên navdewletî biparêzin. Ev welat nabe meydane şer ji her kesî re. Parastina ewlekariya herêmê erka me ya exlaqî û qanûnî ye. Em wan komên çekdarî yên li gorî fermana Tirkiyeyê tevdigerin jî hişyar dikin, bila dest ji kiryarên xwe berdin.”


Banga li Emerîka

Di dawiya daxuyaniyê de Abdulsettar El-Cadir bang kir li Koalîsyona Navdewetî ku Emerîka serkêşiya wê dike da ku li gorî sozên xwe yên parastina herêmê ji destwerdana dewleta Tirk tevbigere û li dijî hewldanên destwerdanan di xaka Sûriyeyê de derkevin.

Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê û Gundewarên Wê ji tabûrên Firat Cerablûs (Cewadira), Ehrar Cerablus û Tabûrên Siqûr Cerblusê pêk tê. 


 MINBIC