Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di Operasyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de berxwedana me ya mezin bi xurtî dewam dike. Xaçerêya El Kura û El Erdiyê û taxên li derdorê hatin rizgarkirin. Bi vî rengî zêdeyî ji sedî 90 ê navenda bajêr ji çeteyan hatiye paqijkirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku çete li cihekî gelekî biçûk mane.”


Sivîlan rehîn digirin û dikin mertal

Ebû Emced da zanîn ku çeteyên DAIŞ‘ê yên cih li wan teng bûyî, sivîlên li herêmên di bin kontrola xwe de, li bakurê bajêr weke rehîne bi cih kirine û wan weke mertalên zindî bi kar tînin.” Ebû Menced weha li ser rewşê daxuyaniya xwe dewam kir: “Çete, sivîlên ku li gorî daxwaza wan tevnagerin qetil dikin. Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji ber berpirsyariya xwe ya însanî, exlaqî û neteweyî, heta ku hemû sivîlên di destê çeteyan de bên rizgarkirin, em ê destûrê nedin ku çeteyekî bi tenê jî ji bajêr derkeve.” 


 MINBIC