Hêzên Leşkerî ya Qamişlo, bi merasîmeke li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişlo, Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo ragihand.
Endamên Saziya Malbatên Şehîdan, Hêzên Leşkerî, Nûnerên Rêveberiya Xweser û rûspî û gel tevlî merasîma îlana Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê bûn.
Fermandarên QSD‘ê Piling Qamişlo anî ziman ku piştî tinekirina DAIŞ‘ê di warê leşkerî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ketine qonaxeke nû. Qamişlo destnîşan kir ku QSD di demeke wiha girîng de wê xwe ji nû ve saz bike û ew ketine qonaxekê ku êdî hê zêdetir xwe bi rêxistin bikin.
Piling, bal kişand ser erkên meclîsa leşkerî ya li herêmê û got, erka wan a sereke parastina herêmê ji terorê û alîkarîkirina welatiyên herêmê û ewlekariya wan e.
Armanc Sûriyeke demokratîk e
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telhet Yûnis jî avakirina Meclisa Leşkerî ya Qamişlo li şervanan, malbatên şehîdan û şêniyên bajarê Qamişlo pîroz kir û diyar kir ku QSD, YPG û YPJ‘ê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ‘ê ji cihanê re diyar kirine ku vîna wan ji bo parastina herêmê ti carî naşikê û ev bi tîpên zêrîn di dîroka berxwedanê de xêz kirin. Yûnis got, armanca wan Sûriyeyeke demokratîk e, ji bo wê pêwîstî bi hêzeke wiha hatiye dîtin.
QAMIŞLO