Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 6’emîn kongira xwe di 20-21’ê vê mehê de li bajarokê Rimêlanê li dar xist. Di dawiya kongireyê de 37 endamên Meclîsa PYD’ê hatin hilbijartin.
Nûnerê PYD’ê yê Fransayê Dr. Xalid Îsa ji çapemeniyê re da xuyakirin ku hejmara namzetên endamtiya Meclîsa PYD’ê 66 bûn û kesên dengên xwe bi kar anîne 247 bû. Di encama hilbijartinan de 37 endam hatin hilbijartin.
Navên endamên Meclîsa PYD’ê li gorî rêza dengajn weha ye:
“Xerîb Hiso, Mustefa Mihemed Hesen, Emîne Osê, Rojîn Remo, Nadîn Temo, Hesen Mihemed Elî, Ebdilselam Mustefa, Mehmûd Beşar, Aysel Ehmed, Seydo Elî, Cîhan Îbrahîm, Şiyar Elî, Ciwan Mustefa, Telhet Yûnis, Xebat Şakir, Ehmed Çelebî, Xalid Kûtê, Mihemed Kûtê, Sîhanok Dîbo, Hêvî Silêman, Mezlûm Xelîl, Şêxmûs Ehmed, Beşîra Derwîş, Nadîjda Osman, Şerîfe Hesen, Mihemed Dawûd, Sebah Cuma, Xade Ferhan, Menal Mihemed, Ebdilrehman Mûsa, Mihemed Hacî, Beşîra Mustefa, Perwîn Muhdî, Ilham Hesen, Samî Elî, Zeyneb Sarûxan, Silêman Ereb û Leyla Ayan.”
´Em ê têkoşîna xwe xurt bikin´
Di dawiya kongirê de Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah axivî û got: “Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê bi rêbazên siyasî û avakirina Sûriyeke demokratîk ev misyona sereke ya partiya me ye. 6’emîn kongireya PYD’ê bi şîara ‘Rojavayeke azad ber bi Sûriyeke demokratîk ve’ hate lidarxistin. Em ê têkoşîna xwe di hemû aliyan de û ji bo pêkanîna hemû biryarên kongireyê xurt bikin.”
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî spasiya hemû beşdarên kongireyê kir û got: “Kongireya me ku di vê qonaxa hesas de hatiye lidarxistin, serkeftineke mezin e û em soz didin ku em ê asta têkoşîna xwe xurt bikin.”
GIRKÊ LEGÊ