
Piştî Hevserokatiya Meclîsa Qanûnsaz a herêma Tebqa di çarçoveya kongreya damezrêner de hat hilbijartin, hevserok, endamên dîwana hevserokatiyê û 138 endamên meclîsê sûnd xwar. Sûndxwarin bi zimabên Kurdî û Erebî pêk hat.
Dîwanê kongreyê pêşniyaz kir ku her pêkhateyek bi zimanê xwe sûnd bixwe. Pêkhateyên Tirkmen, Siryan û Asûrî jî xwestin bi zimanê Erebî sûnd bixwin.
Paşê Hevserokên Meclîsa Qanûnsaz Hemid Ebdulrehman El-Ferec û Rewşen Hemê bi zimanê Erebî û Kurdî bi rêzê sûnd xwarin.
Endamên Meclîsê ku hejmara wan 138 e, bi her du zimanan, yekem bi Erebî û duyem jî bi Kurdî sûnd xwarin. Nîvê endaman jin in, di nav de ciwan jî hene.
Tê payîn xebatên kongreyê bi xwendina rapora siyasî ya Meclîsa Qanûnsaz a herêma Tebqa û axaftinên beşdaran bidome.
TEBQA