Piştî ku pêkhateyên Girê Spî Meclîsa Rûspiyan di 27’ê Tîrmehê ava kir û 16 kes wekî endamên komîteya rêveber a meclîsê hatin hilbijartin. Meclîsê ji wê demê ve bê navber bi armanca avakirina meclîsa Rêveber a Girê Spî civînên şêwirî di Mala Gel de lidar xistin. Di encama civînan de biryar hate dayîn ku meclîsa rêveber a bajar bê avakirin. Di civîna dawî de Meclîsa Rêveber a bajarê Girê Spî hate avakirin û Mensûr Selûm wekî serokê Meclîsê hate hilbijartin.

Di heman civînê de girêdayî meclîsê buroyên perwerdeyê, xizmetan, tenduristî, veguhestin û têkiliyên giştî hatin avakirin. Girêdayî van buroyan jî komîteyên belavkirina alîkariyan, lihevanîn û hevkariya bi rêxistinan re hatin avakirin.Serokê Meclîsa Rêveber ê Girê Spî Mensûr Selûm destnîşan kir ku ew di nava hewildanan de ku hemû komîteyên meclîsê aktîf bikin da ku karibin di warê aborî, bazirganî û rêveberiyê de rola xwe bilîzin.


Xizmeta hemû pêkhateyan bikin

Selûm destnîşan kir ku ew bi mamosteyên bajar re ketine nava hevkariyê de da ku mijara perwedeyê çareser bikin û ev tişt anî ziman: “ Em ê 2 roj din bi hemû mamosteyan re bicivin da ku mijara perwedeyê çareser bikin. Em wekî meclîs amade ne alîkariya pêwîst ji bo temîrkirina dibistanên bêne vekirin pêşkêş bikin.

Selûm destnîşan kir ku ew ê bi bijîşk û parêzger û komîteya Zimhêrê re bicivin da ku rewşa bazarê û tenduristiyê jî binirxînin û wiha dom kir: ̎Armanca me ya serke xizmeta hemû pêkhateyên bajar ji Kurd, Ereb û Erman û Tirkmenan e.

Di dawiya axaftina xwe de Mensûr Selûm bang li hemû şêniyên bajarê Girê Spî kir ku bi hemû derfetên xwe alîkariya meclîsa wan bikin da ku bajar baş bê avakirin.


ŞÎLAN MIHEMED/GIRÊ SPÎ/ANHA